​​​​​​​Ciwanên Qamişlo û Firatê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya navneteweyî derketin

Ciwanên bajarê Qamişlo û herêma Firatê sûcên dagirkeriya Tirk ên bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî li dijî gerîla, li pêşiya konê sersaxiyê ya şehîd Serdem ê ku îro nasnameya wî hat eşkerekirin ku di encama êrişeke kîmyewî de şehîd bûye, şermezar kirin û destnîşan kirin ku dagirkerî piştî binketina xwe ya li hember gerîla berê xwe da çekên kîmyewî.

​​​​​​​Ciwanên Qamişlo û Firatê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya navneteweyî derketin
18 cotmeh, 2022   20:31
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên bi çekên kîmyewî û qedexkirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya Şerq a li rojhilatê bajarê Qamişlo ber bi konê sersaxiyê ya şehîd Osman Ebdî (Serdem Agirî) yê ku di encama êrişên kîmyewî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûye ve, bi rê ket.

/ar/uploads/files/2022/10/18/183638_mhabad-shkry.webp

Li wir, ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo Mehabad Şikrî ve daxuyanî hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG), di encama 6 mehên şer de ji meha Nîsanê heta Cotmehê, çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî 2 hezar û 467 caran hatine bikaranîn. Di encamê de 27 gerîla şehîd bûn ku di vê dawiyê de jî 17 fermandar û şervan şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî komên pispor ên gerîla şer dike ku wan derbeyên giran lê xistin, ji ber wê jî dagirkeriya Tirk berê xwe da çekên kîmyewî û yên qedexekirî. Ev êriş û binpêkirin gelek caran bi dîmen hatin belgekirin ku ji aliyê Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ve hatin weşandin.

Em soz didin ku em ê asta têkoşîn û berxwedana li dijî van êrişan bilind bikin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê xwepêşandêran sersaxî ji malbata şehîd Serdem Agirî re xwestin.

KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwepêşandanek li dar xistin.

/ar/uploads/files/2022/10/18/183923_dsc_0031.webp

Xwepêşandan bi beşdariya bi sedan şênî ji pêşiya qada Jina Azad ber bi çerxerêya Aştiyê ve bi rê ket.

Piştre, ciwanan berê xwe da dergehê Murşid Pinar ê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û li wir xwepêşandan bi gotina siloganên “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/REqaYAzfYh8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>