​​​​​​​Di operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li Tebqayê 17 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyoneke hevbeş de bi QSD`ê re ku li herêma Tebqayê li dar xistiye, 17 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê girtin.

​​​​​​​Di operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li Tebqayê 17 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
18 cotmeh, 2022   20:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî operasyona xwe daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Oparesyoneke hevbeş bi Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) re li dijî şaneyên DAIŞ'ê li Tebqayê duh duşemê 17`ê Cotmehê li dar ket.

Endamên me û QSD`ê operasyoneke taybet li herêma Tebqayê li dar xist û di encamê de 17 çeteyên şaneyên DAIŞê  girtin.

Piştî şopandin û lêkolînan, li gundên Xatûniyê û Mensûra, 17 kesên ku dest bi kiryarên DAIŞ'ê kiribûn, hatin girtin û di destê wan de çek, cebilxane, pasport û pirtûkên DAIŞ`ê hatin dîtin.

Dema lêpirsîna bi wan re li xwe mikur hatin ku wan karên xirab kirine da ku ewlehî û aramiyê li herêmên me xera bikin, piştî lêpirsînê hêzên me wan ji Desteya Dozgeriya Giştî re veguhastin.”