Aldar Xelîl: Bila Şam nexape û bi Rêveberiya Xweser re rûne

Aldar Xelîl, destnîşan kir ku hewldanên dewleta Tirk ên destpêkirina pêwendiyên bi Şamê re taktîkî û ji bo berjewendiyan e, lewma divê Şam bi van nexape û bi Rêveberiya Xweser re ji bo çareseriya pirsgirêkan rûne. Xelîl, destnîşan kir ku pevçûnên çeteyan ên li Efrînê û serwerkirina HTŞ’ê li wê herêmê jî perçeyekî plana Tirkiyeyê ye.

Aldar Xelîl: Bila Şam nexape û bi Rêveberiya Xweser re rûne
17 cotmeh, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN - EHMED SEMÎR

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Adar Xelîl, derbarê hewldanên dewleta Tirk ên ji bo destpêkirina pêwendiyên bi hikûmeta Şamê re, nêzîkatiyên hikûmeta Şamê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pevçûnên çeteyan ên li Efrînê û planên li ser herêmên dagirkirî pirsên me bersivandin. 

* Ev demeke dewleta Tirk hewl dide bi hikûmeta Şamê re pêwendiyan pêş bixe. Piştî hevdîtinên di asta îstîxbaratan de niha jî dixwazin di asta hikûmetan de hevdîtinan bikin. Dewleta Tirk ku rejîma Baas wekî “terrorist” pênase dikir, çima niha ketiye nava hewldanek bi vî rengî, hûn çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heya niha mûdexeleyî rewşê kiriye. Xwest guhertinên li Sûriyeyê çêdibin têxe xizmeta xwe. Dibêje, ‘Ger guhertinek çêbibe divê li gorî min be’. Lewma mudaxeleyî hemû partî û hêzên dixwazin li herêmê guhertinan çêbikin, kir. Di encamê de bû sedem ku pêvajoya xwepêşandanên aştiyane veguhere pevçûnan, her wiha  nêzîkahî û polîtîkayên muhalefetê bên guhertin û bibin çete. Rewşa qeyranê dirêj kir. Erdogan û rayadarên dewleta Tirk 24 saetan di gotin, ‘Em li dijî rejîma Beşar in, xwedî li gelê Sûriyeyê derdikevin.’ Sînor vekirin û nîviya gelê Suriyeyê birin Tirkiyeyê, ji wir jî belavî cîhanê kirin. Bi bazara li ser penaberan re, zext li Ewropa û welatên din kirin, dîsa dijî Suriyeyê bikar anîn. Eger îro hikûmeta Şamê hîn li ser lingan e, dikare zilmê bike, li Suriyeyê aramî çênebûye û hêzêke demokratîk pêş neketibe, sedema wê mudexeleya dewleta Tirk e. Dewleta Tirk piştî demekê yekser mudexeleya leşkerî kir û li ser axa Suriyeyê komên çete wekî kevirên santraçê bi cîh kirin.

TAKTÎK GUHERTINE

Ger ne bi van mudexeleyên dewleta Tirk ba dibe ku li Cinevê çareseriyek pêş biketa û tifaq çêbibûya. Her êrişî Rêveberiya Xweser kirin. Piştî opozîsyon tev kirin çete, projeya siyasî li ortê nema û diyalogên Cinevê bi bin ketin. Bû sedem Sûriye di nav aloziyê de bimîne. Êdî karê wê bi vê opozîsyonê nema, ji bo rojên pêwîst wan li cem xwe dihêle. Li aliyê din pêwîstiya wê bi hikûmeta Şamê heye. Lewma niha taktîkên xwe diguherîne, sitratejî yek e lê taktîkan diguherîne.

* Gelo ev taktîkên wan çi ne?

Yek ji van taktîkan ew e ka dê bi hikûmeta Şamê re çawa pêwendiyan çêbike. Wê tawîzan bide hikûmeta Şamê û gavan paş de biavejê. Hin kom di asta cîhanê de bi awayekî fermî wekî ‘opozîsyona Sûriyê’ binav dikirin, her wiha dixwestin çareseriyê bi wan re pêş bixin û wekî ‘hikûmeta demkî’ îlan ji kiribûn, lê Tirkiye niha dixwaze wana bêbandor bike. Bi vê yekê jî hewl dide hikûmeta Şamê razî bike. Hikûmeta Şamê jî jê re dibejê, ‘Te ewqas sal dijminatiya min kir, niha jî tu dibejî ezê bi te re rûnim. Lê helbet qelena vê rûniştinê heye. Beriya her tiştî opozîsyona te li dijî min xwedî kiriye, bi vî rengî nayê qebûlkirin. Nabe ku herêmên tê dagir kirine di destê wan de bin. Van herêman bide destê DAIŞ, El Nûsra. Ew ne pirsgirêk e, lê ez qebûl nakim di destê opozîsyonê de bin.’

* Gelo pevçûnên li Efrînê di navbera çeteyan de derdikevin û bi temamî ketina HTŞ`ê (Heyet Tehrîr El-Şam) ya herêmê bi vê re girêdayî ye yan na?

Ev mijar yek ji encamên van hewildanan e. Li aliyekî Tirkiye barê Idlibê sivik dike, hikûmeta Şamê jî amadekariya bidestxistina deriyê Babil Hawa dike. Li aliyê din Tirkiye dixwaze cihekî wek Efrînê bide HTŞ’ê ku ji derketina ji hinek deverên Idlibê wan razî bike. Efrîn nebe jî dixwazin cihek wekî Bab, Cerablûs, Ezaz bidin wan. Armanca vê yekê ew e ku rêyeke lihevkirina bi hikûmeta Şamê re peyda bike. Komên opozîsyonê yên bûn çete êdî lewaz ketin, bê bandor in. Tirk jî wê hebûna wan biparêzin ku bikar bînin. Lê wê piştgiriya leşkerî û aborî siyasî nede wan. Ji wê jî wêdetir dê hewl bidin ku li Efrîn û cihên din alternatîfên wan çêbikin.

* Di vê rewşê de hikûmeta Şamê wê nêzîkatiyek çawa nîşan bide?

Di be ku Hikûmeta Şamê êdî gavan paşde bavejê. Wê bêje, ‘Temam herî kêm tu min ji barê van kesên ku xwe kiribûn aliyek dijî Sûriyeyê xilas bike. Jixwe rewatiya komên din ên wekî DAIŞ, El Nûsra di cîhanê de tuneye, çawa be ez dikarim ji wan xilas bim. Lê rewşa yên din cûda bû.' Erdogan bi eşkere qebûl dike ku wî gel, şoreş û doza Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe bikar anîne û li ser wan bi hikûmeta Şamê re bazarê dike. Esas jî bi Rusan re li ser hikûmeta Şamê bazarê dike. Hikûmeta Şamê jî dibêje, ‘Ji xwe ev herêm ne di destê min de ne, ez lewaz bûme. Dewleta Tirk ji rewşa ku 24 saetan şerê min dike, wê were rewşeke ku bi min re rune’. Lewma viya ji xwe re wekî serkeftinê dibîne û tiştek din ne di xema wê de ye.

* Hûn dikarin vê hinekî vekin, bazarên wekî çi dikin?

Dewleta Tirk ji hikûmeta Şamê nûkirina peymana Edeneyê dixwaze. Dixwazin hinek tiştan li ser peymana Edeneyê zêde bikin. Çawa? Berê destur dabûn Tirkiyeyê ku 10 kîlometre bikeve nava axa Suriyeyê. Niha bi 30 kîlometreyan jî razî nabe. Hikûmeta Şamê jî ne di wê rewşê de ye ku jê re bibejê ‘na’. Divê gelê Suriyeyê zanibe ku yên kelem danîne pêşiya serkeftina wan dewleta Tirk û dagirkeriya wê ye. Divê hemû gelên Suriyeyê bibin xwedî helwest.

* Hewildanên pêwendiyên di navbera Şam-Enqereyê de piştî gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên nû pêş ketin. Bi taybet hewildanên dewleta Tirk di civînên Soçî û Tahranê de derketin pêş. Herî dawî li Astana Putîn û Erdogan li hev civiyan. Hûn hevdîtina Erdogan û Pûtîn çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk niha ji gelek tiştan sûd digire. Yek, hikûmeta Şamê bêbandor e. Didu, Rusya di tengaviyê de ye. Rewşa Rusya piştî şerê Ukrayna re guherî. Ji bo aboriya wê hilneweşe, xwe ji ambargoyê rizgar bike, bikare xaz û petrola xwe bifiroşe û li Ukrayna binkeftinê nejî, pêwîstiya wê bi dewleta Tirk heye. Dewleta Tirk jî van mijaran bikar tîne. Di navbera Tirk û Rusan de 24 saetan guftugo, planên hevbeş tên kirin. Tirk xwe bi Rusan re girêdide û ji NATO re dibêje, ‘Binêrin alternatîfa min heye’, daxwazên xwe li ser wan ferz dike. Tirkiye cîranê Rusyayê ye, Rusya ancax bi riya wê dikare ambargoyê bişikîne. Her du hewcedarên hev in. Cihê herî nerim ku zêdetir li ser bazarê bikin Suriye ye.

Mijarên sereke yên van civînan, ji bo Tirkiyeyê Rêveberiya Xweser û Kurd in, ji bo Rusyayê jî rewşa Ukrayna ye. Di encama bazarên van civînan bombebarana li ser herêmên Rêveberiya Xxweser didome. Rusya dixwaze Ewropa bixe tengaviyê û zexta liser xwe vala derxîne. Dibe ku Erdogan jî di vê mijarê de bi Rusan re bibe alîkar. Erdogan ji bo pêkanîna projeya xwe ya dijî Rêveberiya Xweser û Kurdan wê hewl bide bazarên cuda bike.

* Hikûmeta Şamê beriya çend rojan gelek şêxên eşîran û rûspiyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li Helebê kom kirin û hewl da ku li dijî Rêveberiya Xweser derxîne. Hûn vê tevgera hikûmeta Şamê çawa dinirxînin?

Desthilatdariya Şamê, dibîne ku Tirk êdî wekî berê êrişî wê nake û dixwazin têkiliyan deynin. Ji ber wê dixwaze xwe bihêz nîşan bike. Niha li ser herêmên dagikirî, heman demê de herêmên rizgarkirî yên di destê rêveberiya xweser de bazaran dike. Nikare yekser êriş bike û bi rengekî cuda nêzîk bibe, dixwaze fitneyê çêbike. Dixwaze gelên li herêmê bi rengekî ji rengan li dijî vê rêveberiyê derxîne. Berê jî hewldanên bi vî rengî kirin, lê tiştek bi ser nexist. Li şûna ku tifaqê, lihekvirinê bike û çareseriyê pêş bixe civînên wiha çêdike. Ka wê bi van rêbazan çi bi ser bixîne?

Ev ne siyaseteke rast e, însanan dixe rewşeke sûc û kemaniyan. Diviyabû ji wan şêx û ruspiyan re bigota, ‘em ê pirsgirêkên xwe çawa çareser bikin’. Eger wisa bikira wê bibûya wekî nûnerekî Suriye, tevahî Surîparêzan. Lê berevajî wê tevdigere û hesab nake wê sibe çiqas pevçûn û pirsgirêkên mezin li ser vê xakê derkevin. Derdê wan ew e ka çawa însanan ji xwe re bikar bînin. Civînên bi vî rengî dibin sedem ku hevgirtina gelên Suriyeyê zirar bibîne. Lê wê nikare bi van civînan Rêveberiya Xweser tine bike. Yên berjewendiya Suriyeyê bixwazin wê li dijî vê rêvberiyê dernekevin, biparêzin.

* Diyalogên di navbera Rêvberiya Xweser û hikûmeta Şamê divê bi çi awayî pêş bikevin û ji bo çareseriya aloziya Suriyeyê divê hikûmeta Şamê çi bike?

Îro dibe, sibe dibe, kengî dibe bila bibe, lê divê Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê lihev rûnin. Di vî welatî de pirsgirêk gelekî mezin bûne, ger em bi rastî berjewendiyên gelên Suriyeyê bixwazin, em ê li hev rûnin. Ger em rûnin, em dikarin çareseriyê pêş bixin. Hinek mijar hene ku em wek hev nafikirin. Lê gelek mijar hene em dikarin çareser bikin. Em jî dibêjin, hikûmeta Şam jî dibêje ku naxwazin Suriye parçe bibe. Lê hikûmeta Şamê hîn di hişmendiya navendî û durî çareseriyê de ye. Ger çareserî bixwasta ev rûspî kom nedikirin. Çima wê Erdogan û Beşar li hev rûnin, lê em ê nikaribin bi Şamê re rûnin? Em ê rûnin û tiştên ji bo berjewendiyên Suriyeyê jî bêjin. Ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirkan û pirsgirêka Kurd em ê amadekariyên xwe bînin ziman. Tu carî me negotiye ‘bila tenê Kurd hebin’. Tu me qebûl bike, em jî yekîtî û serweriya Suriyeyê qebûl dikin.

Em beşek ji vî welatî ne, lê mafê xwe û çareseriyê jî dixwazin. Em şaş nabînin ku hêzên navnetewî yên wekî Rûsya, koalîsyon, welatên Ereban û hwd. hewl bidin Şam ber bi çareseriyê ve gavek bavejê. Ji bo statûya herêmên xweser, hetta statûya hikûmeta Şamê jî divê em li hev rûnin. Statûya hikûmeta Şamê çi ye? Beriya 10 salan ewqas dewletan daxuyanî dan gotin ku ‘em vê rejîmê qebûl nakin’. Bila bi gotina Erdogan a wekî, ‘ez ê bi te re rûnim’ nexape. Ew dixwaze hikûmeta Şamê bikar bîne û bi rêya wê zextê li me, opozîsyonê û welatên din bike. Ev ne ji berjewendiya hikûmeta Şamê ye.

ANHA