​​​​​​​Jineke enternasyonalîst: Em sedsala 21`emîn bikin sedsala Şoreşa Jinan

Jina enternasyonalîst Jiyan Bengî qetilkirina jinan wek stratejiya yekemîn a pergala dewletê ku navenda wê zihniyeta desthilatdar e bi nav kir. Jiyan anî ziman ku ji bo guhertin û tunekirina vê sîstemê, divê jin cewherê van pergalan binasin û koka pirsgirêkê fem bikin, bi vî rengî jî têkoşîna xwe bikin yek û sedsala 21'emîn bikin sedsala şoreşa azadiya jinê.

​​​​​​​Jineke enternasyonalîst: Em sedsala 21`emîn bikin sedsala Şoreşa Jinan
18 cotmeh, 2022   03:25
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Li Rojhilata Navîn ji ber pirsgirêkên sereke yên ku bingeha wê pergala baviksalarî ya kapîtalîst e, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rû dide. Tepisandin, dizî û talankirina civakan, her wiha desteserkirina nirx û heqîqeta jinan, karên serek yên vê sîstemê en û gav bi gav ber bi avakirina civakên dûrî heqîqet û azadiya ve diçe.

Berovajî vê, li seranserê Kurdistanê têkoşîneke dîrokî ya jinan heye ku dixwaze cewhera rast û afirîner a jina azad vegerîne. Bi taybetî li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şoreşa bi navê Şoreşa Jinan hembêz dike û ji bo hemû jinên cîhanê veguheriye mîrasekê.

Rejîmên desthilatdar  û di serî de dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê û pêşengên Şoreşa Jinan hewl didin vê şoreşê û têkoşîna ku jinan li Kurdistanê daye destpêkirin, têk bibin.

RASTIYA ŞOREŞA JINAN JI ŞOREŞÊN DIN CUDATIR E

Bi têkoşîn û berxwedana jinan, Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an li cîhanê deng veda û li Kurdistanê û derveyî welêt deriyê tevlêbûnê li pêş jinan re hate vekirin. Têkildarî mijarê jina enternasyonalîst Jiyan Bengî ku di sala 2015'an de tev li nava refên şoreşê bû wiha got: "Bi şerên ku li cîhanê diqewimin hêzên kapîtalîst hewl didin ku bigihêjin armancên xwe yên desthilatdariyê. Girîng e ku bê zanîn ev hêz destpêk û berdewamiya xwe ji kîjan bingehî digirin."

Jiyan Bengî bal kişand ser ruhê berxwedanê yê Şoreşa Jinan a li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dema êrişa DAIŞ'ê de li ser Şengalê her wiha di sala 2014'an de dema êrişî Kobanê kir, berxwedana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li cîhanê deng veda. Me wê demê dît ku ev berxwedan û têkoşîn ne yekalî ye. YPJ ne tenê ji bo gelekî, lê belê ji bo hemû jin, civak û gelan tê dikoşin û hêza xwe ji têkoşîna jinê digirin. Ya ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji şoreşên din cuda dike jî ev e.”

Jiyan Bengî wiha behsa sedema tevlêbûna xwe ya Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir: "Pergala serdest a li cîhanê di serî de jinan hedef digire, ji ber ku zihniyeta baviksalarî û desthilatdar ji bo êriş û kiryarên xwe yên çewisandinê esas digire. Ji ber vê yekê têkoşîn û berxwedana Şoreşa Rojava bala jinên cîhanê kişand. Ji bo daketina nav kûrahiya vê şoreşê û ji nêz ve naskirina fikrên wê yên azadiyê, ez tev li wê bûm."

SEKİNANDİNA Lİ HEMBER PERGALA BAVIKSALARİYÊ, RÊBAZÊN KÛR ÊN FIKIRÎ HEWCE DIKE

Berxwedan ku taybetmendiya vê şoreşê bû, ji bo hemû civakên cîhanê bi taybet ji bo jinan bûye mînak. Îro, ev berxwedan ji aliyê rejîmên baviksalar û desthilatdar ku hewl didin îdeolojiya xwe ya tundraw û radîkal li ser wê ferz bikin, dibe hedef. Bi vî awayî bandorê li civakê bi giştî dike. Li gorî enternasyonalîst Jiyan Bengî, ji bo rawestandina van êrişan pêwîst e her jin cewhera van pergalan nas bike.

Têkildarî êrişên rejîmên desthilatdar û baviksalar ên li ser jinan di Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Jiyan Bengî ev tişt gotin: "Ev jin pêşengên civaka xwe bûn da ku jiyaneke nû  ji bo xwe û gelê xwe biafirînin. Em rojane bi biryarên van rejîmên desthilatdar re rû bi rû dimînin. Bêguman ji bo guhertina wê, divê em weke qonaxa yekem fikirê van rejîman fêm bikin."

Jiyan Bengî wiha lê zêde kir: "Gava ku em vê pergalê fem bikin, em ê bibînin ku ew ne pergalek ji rengekî diyar e weke ku me di xeyalê xwe de hêvî kiriye. Lê belê, ew pergalek e ku bi awayekî nerasterast bandorê li hiş û dilê me dike. Ji bo guhertina vê yekê jî pêwîstî bi rêbazên cuda yên dûrî rêbazên leşkerî heye, ev rêbaz jî di fêmkirina rastiya Jineolojiyê (Zanista Jinê) de ye."

DEM DEMA TÊKOŞÎNÊ YE

Jiyan Bengî her wiha diyar kir ku di pergala baviksalar û desthilatdar de do radeya yekemîn de jinan hedef digire, lewma divê jin bi têgihiştina rastiya xwe û şêwazên jiyana xwe ya taybet ji bo guhertina rastiya ku li ser wan hatiye ferzkirin, rabe ser piyan û wiha lê zêde kir: "Divê em rastiya rêbazê ku em di jiyana xwe de dişopînin baş bizanibin. Gelo yê rejîma desthilatdar e ya ku jiyana koledar ferz dike, yan jî rêbazeke mîrasgirtina cewhera jinê ye? Weke ku tê zanîn beşek ji dîroka jinan di nava rûpelên dîrokê de veşartî ye, beşeke din jî di encama polîtîkayên ku li dijî jinê hatine meşandin de, winda bûye.”

Jiyan Bengî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku jin pêşenga yekemîn e ku dikare zihniyeta vê sîstemê biguherîne û ev yek jî bi yekkirina dengê jinên Kurdistan û cîhanê li dijî sîstema baviksalariyê ye. Jiyan Bengî wiha pê de çû: "Em her tim bang dikin ku sedsala 21'emîn sedsala Şoreşa Jinan e, lê ji bo pêkanîna vê yekê têkoşîneke berfireh pêwîst e. Me qonaxa piştevaniyê derbas kir, niha jî em di qonaxeke gelekî girîng de ne da ku em qada têkoşîna xwe berfireh bikin û azadiya xwe û civaka xwe misoger bikin, anku dem dema têkoşînê ye."

STRATEJIYA DEWLETAN LI SER QETILKIRINA JINAN HATIYE AVAKIRIN

Jiyan di nirxandina xwe de bal kişand ser armancên dewletên desthilatdar ji hedefgirtina jinên pêşeng û wiha pê de çû: "Dewlet rastiya têkoşîna jinê, rastiya zanista jinê (Jineolojî) û paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan ji bo pergala xwe xetere dibînin. Hedefkirina Nagîhan Akarsel û dîlgirtina rêbetî bi salan li Îmraliyê, nîşan dide ku rejîma desthilatedar çiqasî ji vê rastiyê ditirse. Jin çiqasî bi hêztir bibe, wê sîstema dewletê ewqasî nêzî hilweşînê bibe. Ji ber ku rastiya dewletên desthilatdar li dijî jinê hatiye avakirin, lewma jî serhildana mêr a li kêleka jinê, wê vê pergalê hilweşîne."

Jiyan Bengî wiha lê zêde kir: "Stratejiya yekem a dewletê qetilkirina jinan e, lewma divê em qonaxa heyî bi kûrahî analîz bikin, an em ê bi ser bikevin an jî bi bin bikevin. Ger em vê rastiyê fem bikin, em ê bikaribin pergala desthilatdar ji bingeh ve biguherînin. Naskirina rastiya zanista jinê tê wateya naskirina rastiya azadiya jinê, naskirina rastiya wê û rastiya civaka wê."

SEDSALA 21'EMÎN DÊ BİBE SEDSALA ŞOREŞA AZADIYA JINAN

Jina enternasyonalîst Jiyan Bengî di dawiya axaftina xwe de got ku ji jinan tê xwestin ku li hemberî êriş û polîtîkayên rejîma desthilatdar li ber xwe bide û wiha lê zêde kir: "Gava yekem naskirina zanista jinê û pêkanîna wê li ser erdê ye. Pêkanîna tiştên ku li ser erdê tên gotin, xala destpêkê ye ku rastiya têkoşîn û serhildana li dijî rejîma desthilatdar diafirîne. Divê em azadiyê li gor vê yekê binirxînin, anku yan em bibin parçeyek ji vê pergala desthilatdar an jî em ji rewşa ku li ser me hatiye ferzkirin rizgar bibin. Bêguman ev biryar jî cesareteke xurt dixwaze. Li Kurdistanê û derveyî wê gelek jinên ber bi azadiyê ve meşiyane hene, berdewamkirina vê yekê giring e da ku em sedsala 21'an bikin sedsala şoreş û azadiya jinê."

(hs)

ANHA