​​​​​​​Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Dirbêsiyê: Serkeftin bi yekitiya gelan pêkan e

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dirbêsiyê Arif Kobanê diyar kir ku îsal dê bibe sala pêkanîna serkeftinan û got serkeftin girêdayî yekitiya gelan û xwedîderketina wan li hêzên leşkerî ye.

​​​​​​​Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Dirbêsiyê: Serkeftin bi yekitiya gelan pêkan e
15 cotmeh, 2022   23:38
HESEKÊ

Ji destpêka Cotmehê ve dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rojane bi tundî êrişî navçeya Zirganê ya kantona Hesekê dike, di êrişan de çekên giran bi kar tîne.

Têkildarî rewşa li ser erdê li Zirganê, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dirbêsiyê Arif Kobanê ji ajansa me re axivî.

Arif Kobanê got: “Tevahî cîhan dibîne ku artêşa Tirk a dagirker êrişên dijwar li dijî navçeyê pêk tîne, welatiyan û şêniyên resen ên herêmê dike hedef. Rasterast êrişî gelê me yê Zirganê dikin.”

Arif Kobanê bal kişand ser berovajîkirina rastiyê bi rêya dezgehên çapemeniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û got: “Tevgerên rojane û berdewam ên balafirên bêmirov û biçek li asîmanê herêmê hene. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jin û zarok û welatiyan dikin hedef û siyaseta berovajîkirina rastiyan bi rêya çapemeniyê dimeşînin da ku sûcên xwe binixumînin.”

Arif Kobanê, propagandaya ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya dezgehên çapemeniyê derewand û da zanîn ku heta niha hêzên wan li baregehên xwe ne û bersiva dagirkeriyê didin.

'EM Ê RÊ NEDIN KESÎ EWLEHIYA GELÊ ME TÊK BIBE'

Fermandar Arif Kobanê tekez kir ku kes nikare hebûna wan tune bike û ew di çarçoveya mafê parastina rewa de bersivê didin êrişan. Her wiha diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi rêya êrişan hewl dide şêniyan bide koçberkirin, lê belê haya wê jê tune ye ku şênî girêdayî axa xwe ne, jê dernakevin û dê parastina wê bikin.

Arif Kobanê bal kişand ser tevgerên hêzên wan di dema êrişan de û wiha pê de çû: “Dema ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî navçeyê dikin, hêzên wan hejmareke şervan erkdar dikin ku welatiyan biparêzin û bi ewle bikin. Hêzên mayî jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva çavkaniyan êrişan didin.”

Têkildarî helwesta hêzên hikumeta Şamê li hember êrişên domdar jî, Arif Kobanê wiha diyar kir: “Hêzên hikumeta Şamê tenê bi nav li herêmê ne, ew tenê temaşe dikin. Ruxmî ku artêşa Tirk a dagirker êrişî wan jî dike, ji wan kuştî û birîndar jî çêdibin. Rûsya biryara wan dide.”

Arif Kobanê wiha domand: “Yê ku van hêzan û gelên herêmê diparêze, ji bo parastinê destwerdan dike, birîndarên hêzên hikumeta Şamê derman dike û cenazeyên wan radike, hêzên me ne.”

Fermandar Arif Kobanê bang li gelê herêmê kir ku bi hêzên wan bawer bin û piştevaniyê bidinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê heta dawiyê şer bikin, em ê rê nedin kesî ku aramî û îstiqrara herêmên me têk bibe. Em bang li şêniyan dikin ku bi pey rêbazên şerê taybet ên dagirkeriya Tirk yên ji bo koçberkirina gelên herêmê nekevin.”

Arif Kobanê tekez kir ku ev sal bi saya piştevaniya gelê herêmê, dê bibe sala pêkanîna serkeftinan û got: “Serkeftin girêdayî yekitiya gelan û xwedîderketian wan li hêzên leşkerî ye.”

(cx)

ANHA