Ciwanên Helebê: Hêzên desthilatdar di şexsê jinan de şerê civakê dikin

Ciwanên Helebê, serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî desthilata Îranê ya faşîst silav kir û sûcê qetilkirina keça ciwan a Jîna Emînî şermezar kir û destnîşan kir ku hêzên desthilatdar di şexsê jinan de dixwazin şerê civakê bikin.

Ciwanên Helebê: Hêzên desthilatdar di şexsê jinan de şerê civakê dikin
Ciwanên Helebê: Hêzên desthilatdar di şexsê jinan de şerê civakê dikin
Ciwanên Helebê: Hêzên desthilatdar di şexsê jinan de şerê civakê dikin
Ciwanên Helebê: Hêzên desthilatdar di şexsê jinan de şerê civakê dikin
Ciwanên Helebê: Hêzên desthilatdar di şexsê jinan de şerê civakê dikin
Ciwanên Helebê: Hêzên desthilatdar di şexsê jinan de şerê civakê dikin
15 cotmeh, 2022   15:59
HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya jInên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dirûşma “Bi giyanê Jîna Emînî dê şoreşa gelan bi ser keve” xwepêşandanek li dar xist. Bi sedan şêniyên taxê û ciwan tev li xwepêşandanê bûn.

Girseya gel li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir. Xwepêşandêr heta çerxerêya Serok Apo ya li herêma Cibênat a rojhilatê taxê meşiyan.

Li çerxerêyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Fatme Silêman axivî û got: “ Ji berê ve li dijî jinê îşkence û kuştin tê kirin. Ji ber ku desthilatdar jin li ser hebûna xwe xetere dibînin.”

Fatem Silêman wiha domand: “Hêzên desthilatdar di şexsê jinên azad de, şerê civakê dikin. Ger vîna jinan bişikînin, dê bi hêsanî vîna civakê bişikînin.”

Di dawiyê de Fatme Silêman got ev şoreş şoreşa jinan e û dê bi vîna wan a azad bi ser keve.

Xwepêşandan bi berzkirina “Jin jiyan azadî” û “Bê serok jiyana nabe” bi dawî bû.

ANHA