Li Nîjeryayê karesata lehiyê: 500 kesî jiyana xwe ji dest da

Ji ber lehiyên li Nîjeryayê rabûne, zêdetirî 500 kesî jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên fermî nêzî 90 hezar mal di bin avê de mane.

Li Nîjeryayê karesata lehiyê: 500 kesî jiyana xwe ji dest da
15 cotmeh, 2022   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Kar û Barên Mirovî û Rêveberiya Karesatan a Nîjeryayê da zanîn ku ji 36 wîlayetên welêt li 27 wîlayetan lehî rabûne û bandor li nêzî 1.4 milyon mirovî kiriye.

Hikumeta Nîjeryayê da zanîn ku lehî ji ber barana zêde rabûne ku ji destpêka havînê de zêde bûye û piştî ku ji bendava Lagdo ya Kamîrûnê derbas bûne, rêjeya avê zêdetir bûye.

(cx)