​​​​​​​Rêveberiya Xweser li Helebê dibistaneke din vekir

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê dibistanek bi navê "Şehîd Cûdî Amanos" vekir. Di vê dibistanê de dê li gorî materyalên Rêveberiya Xweser perwerde were dayîn.

15 cotmeh, 2022   12:36
HELEB

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê dibistaneke din hat vekirin. Bi vê yekê hejmara dibistanên ku li gorî materyalên Rêveberiya Xweser perwerdeyê didin, dibe 4.

Li gorî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk, dibistana bi navê Şehîd Cûdî Amanos hatiye vekirin, dê hezar xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî pêşwazî bike.

Komîteyê diyar kir ku dibistan li ser daxwaza şêniyên taxa Eşrefiyê hat vekirin ku li gorî materyalên Rêveberiya Xweser perwerdeyê bibînin.

Deriyê dibistanê ji aliyê dayika şehîd Cûdî Amanos ve hat vekirin. Piştî deqeya rêzgirtinê endama rêveber a Yekitiya Dibistanan a girêdayî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Emîne Seydo axivî, girîngiya zimanê dayikê di xurtkirina nasname û misogerkirina pirrengiya çandî û şaristanî de destnîşan kir.

Endama rêveber a Kongra Star a Helebê Zeyneb Kurdî axivî, îşaret bi berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ya li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Vekirina dibistanên ku li gorî meteryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk perwerdeyê bidin, berhemên serketina vê berxwedanê ye."

Merasîm bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk 3 dibistanên fêrkirina materyalên Rêveberiya Xweser li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vekirine. 2 dibistan bi navê Şehîd Qehreman Efrîn in û ya sêyemîn bi navê Avaşîn Demhat e.

ANHA