Rojnameyên erebî: Erdogan çeteyên Tehrîr El Şam ji bo nêzbûna bi hikumeta Şamê re bi kar tîne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa şerê di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de, rewşa Iraqê, hişyariyên navneteweyî li ser zêdebûna hejmara rêjeya birçîbûnê ya li cîhanê, kir.

Rojnameyên erebî: Erdogan çeteyên Tehrîr El Şam ji bo nêzbûna bi hikumeta Şamê re bi kar tîne
15 cotmeh, 2022   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GELO ERDOGAN BINGEHA ŞERÊ HEYET TEHRÎR EL ŞAM Û VEKIRINA RÛPELEKE NÛ BI ESED RE DATÎNE?’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Heyet Tehrîr El Şam bi lez dest danî ser bajarê Efrînê û ew ji destê komên piştgiriyê bi awayekî eşkere ji Tirkiyê digirin, derxist. Vê yekê bi xwe re pirs derxistin holê ku çima Enqere li hember van geşedanan bê deng e, gelo ev tevger bi perspektîfên wê ne yan jî xwest jê hin armancan pêk bîne.

Çavdêrên rewşa Sûriyê dibêjin ku Heyet Tehrîr El Şam (komeke radîkal e û di lîsteya rêxistinên terorîst de ye) eger ne di berjewnediya Enqereyê de bûya, nikarîbû bi lez vê serkeftinê pêk bîne. Her wiha destnîşan kirin, dibe ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan rê daye vê tevgerê da ku di qonaxa yekemîn de bale bikişîne ser hêza vê rêxistinê û piştre bi hêz li hemberê bisekine da ku rûpelek nû bi serokê Sûriyê Beşar Esed re veke, ku dê Heyet Tehrîr Şam bibe dijminekî hevbeş ê wan.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye niyeta xwe ya peywendî danîna bi Esed re venaşêer û amade ye di oxira wê de Heyet Tehrîr Şam bide, ku girêdayî El Qaîdeyê ye. Ev yek dê li hember tevlêkirina komên din ên opozîsyonê ji lihevkirinên bi Esed re be, nexasim ligel lihevkirina Tirkiye-Rûsya li ser sekinandina li hember şepêlên wekî terorîst tên binavkirin.”

‘PIŞTÎ HILBIJARTINA SEROKKOMAR NAKOKÎ DI NAVBERA PARTIYÊN KURDAN DE DERDIKEVIN’

Têkildarî rewşa Iraqê jî, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Piştî ku Ebduletîf Reşîd wek serokkomarê Iraqê hat hibijartin, serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî ragihand ku Reşîd ne yê Partiya Demokrat a Kurdistanê, lê belê namzetê partiya wî ye.

Talebanî ku li kêleka wî serokê nû Ebduletîf Reşîd sekinîbû, bi zimanê kurdî daxuyanî da û got: “Her du namzetên PDK`ê Hoşyar Zîbarî û Rêber Ehmed bûn. Me ew bi bin xistin.”

PDK li hember van daxuyaniyên balkêş ku dibe di pêşerojê de aloziyê di navbera her du partiyan de derxe, bê deng bû. Lê belê rayedarekê PDK`ê Bengîn Rêkanî got serkeftina Ebduletîf Reşîd encama pêşbirkeke demokratîk bû û ne parçeyekî lihevkirina siyasî bû.”

‘DI ROJA XUREKÊ YA CÎHANÊ DE GUTERRES HIŞYARÎ DA’

Di Roja Xurekê ya Cîhanê de, rojnameya El Ehram a Misirê wiha nivîsand: “Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres hişyarî da ku dibe hejmara kesên ji birçînbûnê zirarê dibînin, di 3 salên bê de du qat zêdetir bibe.

Guterres ku bi boneya Roja Xurekê peyam dabû û got nêzî milyonek mirov di bin sînorê birçîbûnê de dijîn û ji ber wê bi xetereya mirinê re rû bi rû ne.

Antonio Guterres daxuyand ku li gel pandemiya Covid-19, aloziya avhewayê û jîngehê, şer û newekhevî ku her diçe zêdetir dibe, civakên xwecih ên herî lawaz azaran dikişînin, her wiha diyar kir ku şerê Ukraynayê hişt ku buhayên xurekan bilind bibin.

Guterres piştrast kir ku divê hikumet, zanyar, aliyên taybet û civaka sivîl bi hev re kar bikin ku sîstema xurekê ya dewlemened li ber destan be.

Li gorî rapora dawîn a Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya têkildarî ewlehiya xurekê li cîhanê, li Efganistan, Etiyopya, Somalî, Başûrê Sûdanê û Yemenê nêzî 970 hezar kes bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû ne, her wiha li seranserê cîhanê gelek kes di heman rewşê de hene.”

(cx)