Li Minbicê komploya navneteweyî bi meşeke bi meşaleyan hat şermezarkirin

Bi dirûşma “Dem dema azadiya rêber Apo ye, Werin cenga azadiyê”, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarê wê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan bi meşeke bi meşaleyan şermezar kir.

Li Minbicê komploya navneteweyî bi meşeke bi meşaleyan hat şermezarkirin
13 cotmeh, 2022   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Meş ji çerxerêya Mîzan a rojavayê bajêr ber bi navenda tevgerê ya li bajêr ve bi rê ket.

Li wir, endamê rêveber ê Komîteya Parastinê Ebdurehman El Cemîlî wiha axivî: “Di serî de bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarê wê, em komploya ku dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker û Amerîka ji 24 salan ve li dijî rêber Ocalan daye meşandin, bi tundî şermezar dikin.”

El Cemîlî wiha domand: “Fikrê rêber Ocalan ji her kesekî re azadiyê misoger dike, lê belê ev yek li xweşiya pergalên kapîtalîst neçû, lê îradeya rêber Ocalan hemû planên wan têk birin û dîwarên Îmraliyê hilweşandin û fikrê xwe li seranserî cîhanê belav kir.”

El Cemîlî li axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro bi saya îradeya azad a ku rêber Ocalan diyarî me kiriye, em dîsa li hember faşîzma Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ketin. Ji vir em bang li tevahiya gelên azad dikin ku li hember vê komployê bisekinin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Ebdurehman El Cemîlî wiha got: “Em soz didin rêber Ocalan ku em asta têkoşîna xwe heta azadkirina gelên bindest û hilweşandina dîwarên Îmraliyê bilind bikin û ji Minbicê heta bi Îmraliyê em silavên xwe dişînin rêber Ocalan û soza meşa li ser şopa şehîdan didin.”

 (mh)

ANHA