​​​​​​​Têkoşîna ji bo mirovahiyê: Zeyneb Mihemed

Têkoşer Zeyneb Mihemed li dijî rejîmên sîtemkar û baviksalar û li dijî her cure êrişên dagirkerî û qirkirinê, prensîba "Karê zehmet, westandin û metirsî tune ye, karek heye û divê baş bê kirin" esas girt û di oxira parastina mirovahiyê ji metirsiya DAIŞ`ê de, şehîd bû.

​​​​​​​Têkoşîna ji bo mirovahiyê: Zeyneb Mihemed
14 cotmeh, 2022   01:48
HESEKÊ – HENAR IBRAHÎM - SÎBILCAN SELMAN

Ji ber rola pêşeng a jinan di Şoreşa 19ʹê Tîrmeha 2012ʹan de ku bi şoreşa jinan tê naskirin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di navenda stratejiya xwe ya tunekirin û înkarê de, tesfiyekirina jinan esas digirin.

Di salên Şoreşa 19'ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan jin hedef girtin. Di nava van jinan de sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di sala 2019’an de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Her wiha her 2 şehîdên jin Hind El Xidêr û Seida El Hermas di sala 2021’an de li bajarokê Deşîşa yê başûrê Hesekê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk a dagirker dijminahiya xwe ya li jinên têkoşer ên azadîxwaz didomîne. Di 27’ê Îlona borî de, dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov ên biçek her du hevserokên Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero kirin hedef. Di encamê de her du hevserok di cih de şehîd bûn.

ZEYNEB MIHEMED KÎ YE?

Zeyneb Mihemed di 1'ê Adara 1981'an de ji dayik bûye, di malbateke welatparêz de mezin bû. Zeyenb 3 qonaxên xwendinê (seretayî, navîn û amadehî) li bajarê Hesekê qedand.

Di qonaxa xwendina amadehî de, bavê wê jê dixwaze ku waneyên taybet bibîne, lê ew red dike, ji ber ku wê her tiştê xwe bi xwe dikir û xwedî îradeyek xurt û armancên rast bû.

/kr/uploads/files/2022/10/13/192158_-large.webp

Xwişka şehîd Zeyneb, Leyla Mihemed wiha besha wê kir: "Zeyneb ne tenê xwişk bû, lê belê hevrêyek jî bû. Em di salên şoreşê de bêhtir nêzî hev bû, ji ber ku nîqaşkirina pirsên girêdayî karê me, yek ji xebatên me yên sereke bû."

Leyla Mihemed axaftina xwe wiha dom kir: "Êşa me ji bo şehîda me mezin û kûr e, lê erka min e ku ez behsa taybetmendiyên baş ên şehîd Zeyneb bikim. Ji bo ku her kes bizane Zeyneb kî ye, pêwîst e ez behsa hûrgiliyên jiyan û xebata wê bikim heta ku gihaşt asta şehadetê."

Leyla Mihemed wiha lê zêde kir: "Zarokek biçûk, bi tevger bû, kêfa hevalan jê re dihat û bi fikir û felsefeya wan mezin bû. Dema birayê min Welat tev li nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û şehîd bû, girêdana malbatê ya bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re her ku çû zêdetir bû."

Leyla Mihemed her wiha behsa Med TV kir ku yekemîn kanala peykî ya kurdî bû ku dest bi weşanê kir û wiha dom kir: "Me hemûyan di bêdengiyeke tam de li nûçeyan temaşe dikir. Ger te derziyek biavêta erdê, wê dengê wê bihata bihîstin. Me temaşe dikir da ku em hay ji tiştên ku li dora me diqewimin heba û xwe di warê çandî de bi pêş bixin."

Leyla Mihemed bal kişand ser nebûna navendên perwerdeyê û wiha got: "Rewş berê xirab bû. Dema rejîma Baas şert û mercên ewlehiyê gelek dijwar bûn, lê wê demê kursên perwerdeyê li mala me dihatin birêxistinkirin. Dema ku heval li mala me kom dibûn, şehîd Zeyneb bi giştî dema xwe ji bo wan vala dikir. Her wiha ji me dixwest ku em jî xwe ji bo van kursan vala bikin, ji ber ku heval her roj nikarîbûn werin, bi taybetî jî ku ji bo me têkoşîn dikirin."

'KARÊ MIN JI BO WELAT, ŞOREŞ Û GELÊ MIN E'

Wekî bi hezaran ciwanên Rojavayê Kurdistanê - Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Zeyneb Mihemed jî tev li Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû ya bi navê ‘şoreşa jinan’ bû. Zeyneb bêyî ku îstifaya xwe bide dest ji karê mamostetiyê yê li cem hikumeta Şamê berdide. Leyla li ser vê mijarê wiha gotinên wê bi bîr tîne: "Pêdivî nîn e ku bi awayekî li gorî karê wan îstifa bikim. Niha karê min ji bo welatê min, şoreşa min û gelê min e û ev ji her tiştî girîngtir e."

Leyla Mihemed her wiha behsa birayê xwe şehîd Welat Mihemed Saroxan ê di nava Hêzên Parastina Gel (HPG) de ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye, kir: "Dema ku birayê min şehîd bû, em gelekî pê bandor bûn. Zeyneb ji me hemûyan bêhtir bandor bû û wê demê hevokek got heta ez sax im ji bîr nakim, digot; ʹNiha jî divê em du qat bixebitin, em malbatek welatparêz bûn, niha jî em malbata şehîd inʹ. Tevî êşa windabûnê û zehmetiya kar a wê demê ji ber nebûna derfetên wekî niha, Zeyneb ji pêkanîna erka xwe dudil nebû û di karê xwe de sist nebû."

Piştî şehadeta Welat, biraziyê wî yên ku di hembêza Zeyneb de mezin dibe, navê Welat radike.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, Welat biryarê dide ku tev li nava hêzên leşkerî bibe, lê ji ber temenê wî yê biçûk biryara wî hat redkirin. Paşê dema ku temenê wî gihişt asta tê xwestin, tev li nava hêzên leşkerî dibe û di hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bû.

Leyla Mihemed bi bîr dixe ku piştî birayê wan Welat şehîd dibe, keça xwişka wan "şehîd Amad" jî şehîd dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev karekî zêde ji me dixwaze, erka ku ji me tê xwestin pir zehmet e, lê ji bo ku em layîqî şehîdên xwe bin û li ser şopa wan bimeşin, cih û demek diyar ji şoreşê re tune ye."

TAYBETMENDÎ Û ERKÊN ŞEHÎD ZEYNEB MIHEMED

Şehîd Zeyneb xwedî kesayeteke aram, xurt bû û ji malbata xwe hez dikir. Bêyî ku li benda tiştekî be, alîkariya her kesî dikir, ji xwendinê hez dikir û ji hemû geşedanên siyasî, çandî û civakî agahdar bû.

Ji destpêka têkoşîna xwe ve, şehîd Zeyneb gelek erkên şoreşê girtiye ser milê xwe. Destpêk ji Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bû ku tê de erka endamtiya Meclisa Giştî rakir. Piştre li weke alîkara Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û Kongra Star kar kir. Heya kêliya şehadeta xwe wek hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê kar dida meşandin. Şehîd Zeyneb di 27’ê Îlona borî de, di êrişa balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Şehîd Zeyneb Mihemed wesiyet li malbata xwe kiribû ku cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di merasîma şehadeta wê de biaxive. Xwişka wê Leyla Mihemed wiha got: "Şehadeta Zeyneb şokek bû û em qet ne li bendê bûn. Şehîd Zeyneb gelek caran behsa wê yekê dikir û digot xwezî dema ez şehîd bibim hevalê Hesen Koçer di merasîma şehadeta min de biaxive; ji ber ku ew pir ji Partiya Yekitiya Demokratîk hez dike."

Leyla Mihemed wiha domand: "Şehîd Zeyneb digot ʹji min re merasîmeke layiqî min li dar bixinʹ. Her wiha ji her kesî dixwest ku xwedî israr û vîn bin û têkoşîna xwe bilindtir bikin."

'DI PRENSÎBA MIN DE XEBATEKE DIJWAR, WESTANDIN Û XETERE NÎN E’

Leyla Mihemed wiha behsa gotûbêjên ku di navbera wê û şehîd Zeyneb de çêdibûn, kir: "Me her tim di mijarên siyasî, aborî, civakî û hwd de nîqaş dikir. Tevî ku ew li cihên xetere bû, lê ji tiştekî neditirsiya. Her tim digot 'Di prensîba min de xebateke dijwar, westandin û xetere tune ye, karek heye û divê baş bê kirin'."

Şehîd Zeyneb Mihemed piştî ku bû hevseroka Nivîsgeha Edaletê, plan dikir ku pirtûkxaneyên li girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin, veke û demên diyarkirî ji bo xwendinê ji wan re veqetîne û wan ji nû ve perwerde bike.  

Leyla Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ev şoreş şoreşa me ye û em serî natewînin. Em ê berpirsyariya xwe hilgirin û ji bo serkeftina şoreşa xwe çi ji destê me bê em ê bikin."

TÊKOŞERÊN ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ

/kr/uploads/files/2022/10/13/192141_-.webp

Keça birayê şehîd Zeyneb, Sakîne Mihemed jî wiha axivî: "Em şehîd Zeyneb û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em hemû li ser şopa şehîdan dimeşin, li ser şopa hemû şehîdên jin ên ku bûne ronahiya paşerojê û hemû şehîdên ku xwe ji bo Kurdistanê feda kirine. Em vê şehadetê jî li rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin."

Sakîne Mihemed wiha dom kir: "Em bi şehadeta Zeyneb serbilind in, ji ber ku em bi bawerî û îradeyeke mezin di malbateke welatparêz de mezin bûne. Em biçin kuderê em ê qala qenciyên şehîdên xwe bikin û em ê navê wê rakin. Min soz daye ku ez navê metika xwe şehîd Zeyneb rakim û li ser şopa wê û hemû şehîdên ku ji bo şoreş û azadiyê, tişta herî giranbuha feda kirine, bimeşim."

Sakîne Mihemed jinên têkoşer ên ku bûne ronahiya şoreşa Rojava "Hevrîn, Zehra, Zeyneb" bi bîr anîn û soz da hemû şehîdan ku ew ê karekî xurtir û berxwedanek mezintir bide meşandin û bide pey şopa wan.

Sakîne Mihemed herî dawiyê wiha got: "Me Zeyneb winda kir, lê wê bi hezaran Zeyneb jidayîk bibin, navê wê rakin û li ser şopa wê bimeşin. Îro Zeyneb şehîd e û sibe dibe ku yek ji me şehîd bibe. Em ji vê yekê ne poşman in û em ê qet poşman nebin. Heta ku tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan rabe û azadiya fizîkî pêk were em ê tê bikoşin."

(hs)

ANHA