​​​​​​​Karkerên sektora petrola Îranê dest bi grevê kir

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibin. Her wiha karkerên sektora pekrolê ya başûrê Îranê dest bi grevê kirin.

​​​​​​​Karkerên sektora petrola Îranê dest bi grevê kir
11 cotmeh, 2022   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh ango di roja 24’an de xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî berdewam kirin. Karkerên parzûngehên Abadan, Kengan, Esulewî, Buşehir ên li başûrê Îranê jî dest bi grevê kirin.

Greva karkerên pertolê weke gavek nû ya berfirehbûna xwepêşandan û nerazîbûnan hate dîtin. Ji ber ku petrol çavkaniya sereke ya dahata dewletê ye û rawestîna wê ziyanek mezin li dide dewletê.

Her wiha tevî ku duh li gelek cihan gelek hêzên leşkerî ji bo şîdetê hatin belavkirin, lê weke rojên din li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê pêkhatin.

Li hinek taxên Sine dengê gelek guleyan dihate bihîstin û ciwanan riyên sereke ji çûnûhatinê re girtin.

Li bajarên Kirmaşan, Merîwan, Saqiz û çend herêmên din xwepêşandanan berdewam kir. Li bajarê Seqiz careke din hejmarek jin bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî’ laçikên xwe şewitandin.

Li bajarên Tehranê, Şîraz, Meşhed, Hemedan, Esfehan û çend bajar û navçeyên din ên Îranê xwepêşandan hebûn.

Xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî li qadan bûn.

Li gorî daneyên Rêxistina Parastina Mafên Mirovan, ji destpêka xwepêşanan û heta niha li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê nêzî 190 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê heta niha herî kêm 28 zarok hatine kuştin.