Kolberekî din hate qetilkirin, 2 kolber jî birîndar bûn

Li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa hêzên çekdar ên dewleta Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûn.

Kolberekî din hate qetilkirin, 2 kolber jî birîndar bûn
11 cotmeh, 2022   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, pêr hêzên dewleta Îranê li herêma Hengejal a bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê gule li komeke kolberan barandin.

Di encama wê gulebaranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 2 kolber jî birîndar bûn.

Navê kolberê hate qetilkirin Şehram Wasilî ye û ji xelkê Bane ye.

Navên 2 kolberên hatin birîndarkirin nehate zanîn.

Li gorî agahiyên ji heman herêmê tên parvekirin, hêzên dewleta Îranê, li ser heman sînorî tevî kelûpelên leşkerî gelek hêz bi cih kiriye û ji xelkê herêmê re gotine ku heta agahiyeke din divê li wê herêmê tev negerin.