Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîd Zinarê Reş û Koçero Batman

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên gerîlayê HPG`ê şehîd Zinarê Reş û fermandarê YPG`ê Koçero Batman re xwest. Şêniyan tekezî bi berdewamiya têkoşîna li dijî dijminên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pûçkirina planên têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê kir.

Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîd Zinarê Reş û Koçero Batman
7 cotmeh, 2022   11:51
KOBANÊ

Vê sibehê şêniyên kantona Kobanê berê xwe da bin konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Ednan Hemo (Zinarê Reş) ê ku di 30'ê Îlona derbasbûyî de dema bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Metîna ya çiyayên Kurdistanê, şehîd bibû. Konê sersaxiyê li ber deriyê mala wî li bajarê Kobanê hatibû danîn. Şêniyan sersaxî ji malbata wî û malbata fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Koçero Batman re xwest. Şehîd Koçero Batman beriya çend rojan li bajarê Kobanê ji aliyê balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk ve hate hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.

Şênî ji aliyê malbata şehîd Zinarê Reş ve bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla û şervanên YPG`ê hatin pêşwazîkirin.

Di merasîma sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Emîne Îsmaîl wiha axivî: "Şehîd Zinar heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo welat û gelê xwe têkoşiya, li ber xwe da û xwe feda kir. Armanca şehîdên me diyar e, ew jî fedakarî ye. Em dayik û zarokên şehîdan in, dê heta dawiyê têbikoşin ku layiqî şehîd Zinar û hemû şehîdan bin û tola wan hilînin."

Ji aliyê xwe ve endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh jî wiha axivî: "Şehîdên me heqîqeta ku em bi saya wê li ser vê axê bi ewle dijîn e. Bi saya fikra neteweya demokratîk û fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û dijminên mirovahiyê çirûska azadiyê hate vêxistin.Bi saya fedekarî û têkoşîna şehîdên weke şehîd Zinar û şehîd Koçero em hatin roja îro ya bi rûmet."

Salih Nûh wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kombûna me ya li bin vî konî, jiyana me ya azad û bi rûmet, hemû bi xwîna şehîdên me ne. Dijminê gelê Kurd bi rê û rêbazên cur bi cur û bi hemû îmkanên teknolojîk ên pêşketî û bi rêya ajan, sîxur û kesên xwedî wijdanê mirî, hewl daye îradeya gelê Kurd bişkîne, lê bi saya têkoşîna şehîd Zinar, şehîd Koçero û hemû hevrêyên wan û gelê Kurd ê berxwedêr, hemû planên wî têk çûn."

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan, dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(hs)

ANHA