Dewleta Tirk careke din Pêncwên û Balekayetî bombebaran dike

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Heserî Sekranî yê li herêma Balekayetî û gundên Pêncwên bombebaran dikin.

Dewleta Tirk careke din Pêncwên û Balekayetî bombebaran dike
7 cotmeh, 2022   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.

Li gorî Rojnewsʹê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker carek din herêma Balekayetî û gundên Pêncwênê bombebaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer zozanên Serşêxan, zozanên Warşêxan û Dola Pîwêzê yên li herêma Balekayetî bombebaran kirin ku bi dehan welatî lawiran xwedî dikin û cotyariyê lê dikin.

Her wiha balafirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundên Koşkewe û Badane yên ser bi navçeya Pêncwênê bombebaran dikin.

Hate diyarkirin ku bombebaran li ser her du herêman jî dewam dike, balafir bê navber digerin.