Dewleta Tirk beşeke din a çeteyên sûrî şand Lîbyayê

Li gel paşguhkirina xwestekên gelê Lîbyayê yên derxistina çeteyan ji Lîbyayê, dewleta Tirk a dagirker di şandina çeteyên sûrî li Lîbyayê de berdewam dike. Her wiha balafirek ji balafirgeha Enqereyê ber bi Mesrata ve bi rê ket û tê de beşeke din a çeteyên sûrî hebûn ku tev li şerê li Lîbyayê bibin.

Dewleta Tirk beşeke din a çeteyên sûrî şand Lîbyayê
6 cotmeh, 2022   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), da zanîn ku balafireke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirekr çeteyên sûrî veguhastin Lîbyayê.

Li gorî SOHR’ê, balafir şeva çarşemê (5’ê Cotmehê) ji balafirgeha Enqereyê bi rê ket û tê de beşeke nû ya çeteyên sûrî ku îstîxbarata Tirkiyê li Lîbyayê ajande dike hebû. Ew çete gihaştin Mesrata yê Lîbyayê, da ku tev li şerê li Lîbyayê bibin.

Ev yek, ruxmî bangên navneteweyî yên ji zêdetirî salekê ve ji bo bidawîkirina hebûna çeteyan û hêzên biyanî li xaka Lîbyayê û agirbestê, pêk hat. Lê dewleta Tirk a dagirker ajandekirina çeteyên sûrî û şandina ji Lîbya û Azerbaycanê re dewam dike.

(fr)