Di operasyona hêzên Amerîkayê de kesê bi navê Ebû Hayik hat kuştin

Îro hêzên Amerîka li gundê Miluk Saray yê ku 17 km başûrê Qamişlo ye û di bin serweriya hûkûmeta Şamê de ye operasyonek pêk anî. Di encamê de kesê bi navê Ebû Hayik hate kûştin, 2 kesên birîndar bûn û 2 kesên din jî hatin girtin.

Di operasyona hêzên Amerîkayê de kesê bi navê Ebû Hayik hat kuştin
6 cotmeh, 2022   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî û ewlehiyê, îro seatên zû yên sibê de hêzên Amerîkî li gundê Miluk Saray yê başûr û rojhilatê Qamişlo ku di bin serweriya hûkûmeta Şamê de ye, li hemberî noxteyeke operasyonek pêk anî. Hat ziman ku operasyon bi helîkopteran bi rêka hawayî çêbûye. Di encamê de kesê bi navê Ebû Hayik hate kûştin û cenazeyê wî li ser çemekî hate dîtin. Her wîha hevjîn û zarokê wî kesî jî hatin girtin. Du kesên bi navê Beşar Îbrahîm El Îbrahîm û Qûsayî Liqman Derwîş jî birîndar bûn.

Li gorî heman çavkaniyan, her çiqasî operasyon li qadên di bin serweriya hûkûmeta Şamê de hatibe kirin û noxteya ku li ser operasyon hatiye çêkirin ya alîgirên hûkûmeta Şamê be jî, tê îddîakirin ku operasyon li dijî kesên DAIŞ’î hatiye pêk anîn.

Hêjayî gotinê ye ku têkildarî mijarê hê jî ti aliyên berpirsyar daxûyanî nedane.

ANHA