Zirgan û gundên wê bi zêdetirî 100 guleyan obîsan hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, şeva berê, bi zêdetirî 100 guleyên hawin û obîsan navçeya Zirganê û gundên wê topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî bi mal û milkên welatiyan û avahiya şaredariya navçeyê de çêbûn.

Zirgan û gundên wê bi zêdetirî 100 guleyan obîsan hatin topbarankirin
Zirgan û gundên wê bi zêdetirî 100 guleyan obîsan hatin topbarankirin
Zirgan û gundên wê bi zêdetirî 100 guleyan obîsan hatin topbarankirin
Zirgan û gundên wê bi zêdetirî 100 guleyan obîsan hatin topbarankirin
Zirgan û gundên wê bi zêdetirî 100 guleyan obîsan hatin topbarankirin
Zirgan û gundên wê bi zêdetirî 100 guleyan obîsan hatin topbarankirin
6 cotmeh, 2022   09:14
HESEKÊ

Ji şeva çarşemê ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Zirganê ya Hesekê û gundên wê yên li eniyên şer topbaran dikin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Zirganê dane, saet di 8:50’î êvara berê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Esediyê yê li bakurê Rizganê topbaran kir, piştre gundê El Bobî, navenda navçeyê, gundên Xirbet Şeîr, Bince û Til Werd topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî bi mal û milkên welatiyan de çêbûn.

Nûçegihanê me da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker avahiya Şaredariya Gel a Zirganê, aşa Sefarine ya li aliyê başûrê navçeyê topbaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Her wiha fermandarên meydanî yên li eniyên şer da zanîn ku şeva berê navçeya Zirganê û gundewarên wê bi zêdetirî 100 guleyên hawin û obîsan hatin hedefgirtin ji wan 65 li navenda navçeyê ketin.

(fr)

ANHA