​​​​​​​Artêşa Tirk Zirganê û gundewarên wê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din navenda navçeya Zirganê ya Hesekê û gundewarên wê yên bakur û başûrê topbaran dikin.

​​​​​​​Artêşa Tirk Zirganê û gundewarên wê topbaran dike
6 cotmeh, 2022   09:04
HESEKÊ

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Zirganê ya Hesekê topbaran dikin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, dagirker gundên başûr û bakurê navçeyê û navenda navçeyê topbaran dikin.

Topbaran li dijî taxa rojava û başûrê navendê, gundê Esediyê yê li bakurê navçeyê û gundên Rebîat û Til Werd ên li başûrê navçeyê pêk tên.

(fr)

ANHA