Dengvedana çalakiya fedaî ya li Mêrsînê - Şukru GEDÎK

Dengvedana çalakiya fedaî ya li Mêrsînê - Şukru GEDÎK
4 cotmeh, 2022   00:43

Çalakiya fedaî ya li dijî navenda polîsan a navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê ya di 26'ê Îlonê de û nîqaşên piştî wê, hê jî di rojevê de ne. HPG’ê ev çalakiya fedaî girt ser xwe. Hêjayî gotinê ye ku ev şêwazê çalakiyê ji ber karakterê şer ê serdemê derketiye holê. Wek çalakiya Zîlanê (Zeynep Kınacı) ya 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê ye. Wekî tê zanîn, di salên 1990'î de  çeteyên şerê taybet Dogan Guneş, Mehmet Agar û Tansu Çiller ku serokên artêş, polîs û hikumetê bûn, konsepteke şer a tunekirinê dabû destpêkirin.

JI DERVE DE ÎŞARET DAN, AMÛRA ŞERÊ TAYBET HAT ÇALAKKIRIN

Beriya her tiştî di nava amûra dewletê de tevgereke paqijiyê dan destpêkirin. Hin kesên payebilind, ku di nav de serokkomarê wê demê Turgut Ozal û serfermandarê cendirmeyan Eşref Bitlis jî hebûn, hatin kuştin. Piştî tesfiyekirina baskê dewletê ku daxwaza wê ya çareserkirina pirsgirêka Kurd hebû, dor hate tevgera azadiya Kurdistanê. Çiya û kevir hatin bombekirin, bê hejmar gund hatin şewitandin û xerakirin, herêm hat bêmirovkirin, ‘faîlî meçhûl’ bê hejmar bûn. Li dijî gerîla operasyonên leşkerî pêk hatin, li seranserê sînor jî ji bo îmhakirina girseyî û berfireh êriş kirin. Bi ser de jî xwe gihandin rêber Ocalan û li Şamê li ber deriyê dibistaneke perwerdeyê bombe teqandin. Bi şer re Tirkiye xistin serdemeke tarî.

PÊVAJOYEKE HEMAN Û XERABTIR HEYE

Çalakiya hevrê Zîlan wek bersiveke li dijî êrişên qirêjî û tunekirinê yên şer ên dewleta Tirk bû. Pêşengiya şêwaza fedaî kir. Pêvajoyeke xerabtir a bi heman rengî niha careke din diqewime. Dewleta Tirk a faşîst, çarçoveya êrişên xwe berfireh dike êrişên girantir dike. Li devereke berfireh her tim êrişan dibomîne û gelekî bê perwa ye. Operasyonên qirkirinê yên navxweyî, derve, leşkerî-siyasî bê navber dewam dikin. Fermandariya HPG'ê operasyonên pêvajoya ji bo tunekirinê wek mijareke man û nemanê diyar kirin. Bang li gel kir û got "Çi ji destê kê tê divê teqez bike." Çalakiya fedaî ya li Mêrsînê çalakiyeke vê pêvajoyê ye.

PARASTINA REWA NEÇARÎ RUHÊ FEDAÎ DIKE

Daxuyaniyên piştî çalakiya li Mêrsînê hatin dayîn, gihaştin wateyeke din. Ji bo ku mijar baştir were fêmkirin divê nêzîkatiya PKK'ê û Rêbertiya wê ya li tundiyê û nêzîkatiya wan a li aştiyê were fêmkirin. Rêber Ocalan şîdeta ku li derveyî parastina rewa pêk hatiye, wek 'cînayet' bi nav kir. PKK tevgereke rêbertiyê ye û bi vê îradeyê ve girêdayî ye. Li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst parastina rewa, kir ku şawaza çalakiya hevrê Zîlan û ruhê fedaî neçar bibe. Ev têra xwe zelal e û reflekseke parastinê ye ku tê çaverêkirin.

ŞÊWAZA ÇALAKIYÊ YA SERDEMÊ VÊ YEKÊ MECBÛRÎ DIKE

Divê mirov pêvajoya ku em tê re derbas dibin, bide ber çavan û wisa çalakiya li Mêrsînê binirxîne. Û şêwaza çalakiyê serdemê vê yekê hewce dike. Pêvajoyên aştiyê ku yek ji mijarên sereke ne, ji bo PKK'ê bi êş bûn. Ji agirbesta 1993'yan heta îro hemû pêvajoyên agirbestê yekalî bûne. Derxistina hêzên gerîla bo derveyî sînor jî di nav de, biryarên gelekî bi rîsk bûn. Tenê di dema derdiketina derveyî sînor de 500 gerîla şehîd bûn. Şervanê herî mezin ê aştiyê bê guman rêber Ocalan bû. Rîska pêvajoyên şer da ber çavan û ji bo aştiyê hewl da. Desteyêm aştiyê şandin, agirbest ragihandin û PKK xist nava van pêvajoyan. Rêber Ocalan ku ji her kesî bêhtir bi nirxê aştiyê dizanî û hesasiyet nîşan da lê destê wî her tim li hewa ma.

Toleranseke ji hedê xwe zêdetir dan desthilata Erdoganê faşîst ê dîktator. Her tim Tevgera Azadiyê ya Kurd egle kir û bi bikaranîna wê ya li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî, pirsgirêka Kurd gihande îro. Û niha ji bilî îmhakirinê tu derfetekê nade. Tecrîda giran a li rêber Ocalan û li ser tevgera azadiyê tunekirin tê ferzkirin. Divê ev rewş baş were fêmkirin. Kesên xwedî gotin, helwestê nîşan didin û di şer û aştiyê de mîsyonekê digirin ser xwe, divê vê yekê bi cîdiyet û hesasiyeta pirsgirêkê bikin.

KESÊN DIXWAZIN BIBIN XWEDÎ GOTIN DIVÊ TEVKARIYÊ LI AŞTIYÊ BIKIN

Rastiya ku ev mijar li ser sosyal medyayê tê nîqaşkirin, dê encameke baş nede. Dema ku hemû kesên bêeleqedar tev li gotinê dibin û bi her aliyekî de dikişînin, qedrê gotinê namîne. Divê were zanîn ku ziman û şêwaza ku rê li ber dijwariyê vedike û dev dirêjî hev dike, ne çêker e. Di pêvajoyeke bi vî rengî de nîşandana niyet û helwestên ku agir sor dikin, hem dê berovajî vegere, hem jî dê rê li ber nîqaşên nehewce veke. Zirara gotinê dê ji kara wê zêdetir be. Du alîyên vî şerî hene û dê di dawiyê de dê hewce bibe ku ev alî werin cem hev.  Kesê ku di meseleyeke wekî aştiyê jiyanî de xwedî gotin in, ji cihê ku lê ne tev li vê mijarê bibin, tevkariyê li aştiyê bikin û bikevin nav hewldanan, rewşeke daxwazkirî ye.

ANHA