Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê banga azadiyê kirin

Ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta bi Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, jinên ku hemû cureyên tunekirin û zordestiyê red kirine bi “Jin, Jiyan, Azadî” bang kirin û hewl dan pergalên dîktator hilweşînin û civakên azad û demokratîk ku mafê jinan tê de parastî bin, ava bikin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê banga azadiyê kirin
4 cotmeh, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên bi pêşengiya jinan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê “Polîsa Exlaqê” ya Îranî ve bi hiceta awaya şaş a girêdana şerpê, didomin.

Ev 15 roj in li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li hember van kiryaran gel bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” daket qadan ku li hember wî jî desthilatiya Îranê heta niha tundiyê bi kar tîne. Ajansa Roj News ku xwe dispêre Rêxistina Mafên Mirovan a Îranî, da zanîn ku di encama xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 133 kes ji ber êriş û gulebaranên hêzên rêjîma Îranê li dijî xwepêşandêran, jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava bi wan hat naskirin, piştgiriya xwe ya bi serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re nîşan da û bang li hemû jinên cîhanê kirin ku li hember pergalên dîktator û hişmendiya baviksalarî bisekinin.

`JÎNA EMÎNÎ NASNAMEYA JINA AZAD TEMSÎL DIKE`

/kr/uploads/files/2022/10/03/185838_-.webp

Hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meryem Îbrahîm diyar kir ku her jinek li Rojhilata Navîn, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike, qetilkirina Jîna Emînî sûcek li dijî mirovahiyê e.

Meryem Îbrahîm lê zêde kir û got: “Her dem jin di bin navê ol de tê kuştin. Qetikirina Jîna Emînî bi navê ol û pêkanîna şertên ola islamî de li Îranê hat kuştin. Bi navê şehîd Jîna Emînî çirûska şoreşa jinan li Îranê dest pê kir û me jî Jîna Emînî di dil û wijdanê xwe de bi şehîda azadiiyê bi nav kir. Jîna Emînî nasnameya jinên azad rakir û ew ne tenê jinên Îranê, lê belê jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê jî temsîl dike.”

Meryem Îbrahîm destnîşan kir ku gelek civak, jinan hêzeke mezin dibînin ku hestîpişta avakirina azadî û demoratiya rastîn e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber wê pergalên serdest hewl didin vîna wê bişikînin û hemû şoreşên li Rojhilata Navîn têk bibin bi taybet ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ketiye.”

Meryem Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bi ruhê Jîna Emînî li Îranê şoreşek dest pê kiriye, tu kes nikare li hemberê bisekine, rawestîne yan ji raya giştî veşêre."

'EM BAWER IN KU SERHILDANA JINAN LI ROJHILATA KURDISTANÊ, DÊ BI SER KEVE'

/kr/uploads/files/2022/10/03/185854_-.webp

Endama Komîteya Lihevhatinê ya Kombûna Jinan a Zenûbya ya bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê Mûne El Iwêd got: "Em weke pêkhateyên Ereb qetilkirina jinan weke qetikirina  Jîna Emînî ji ber ku tayek porê wê xuya bûye, red dikin. Gelo mafê tu dewlet û hikumetan heye ku jinekê ji ber sedemên wisa, qetil bike?"

Mûne El Iwêd diyar kir ku jin bi têkoşîna xwe di şoreşa Rojava de gihaşt astên pêşketî û serkeftinên mezin bi dest xist û îro li ber xwe dide û  tê dikoşe da ku destkeftiyên xwe biparêze.

Mûne El-Iwêd destnîşan kir ku li Îranê heta niha jin ji ber ku porê wan xuya dibe, tên kuştin, ev jî bi serê xwe sûc e û binpêkirina azadiya tekekasî ye û ji şîdeta herî giran a li ser jinan ye. Mûne wiha pê de çû: “Lê belê weke ku jin bi serket û Kobanê rizgar kir, em bawer in ku serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistanê jî dê bi ser keve.”

Mûne El Iwêd got: "Bi navê min û bi navê jinên Dêrazorê, berxwedan û serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistanê li dijî rêjîma Îranê ku qanûnên xwe li ser jinan ferz kirine, silav dikin. Her wiha piştgiriya wan dikin û piştrast dikin ku em ê bibin yek û rola xwe bilîzin da ku tevahî jinên li Cîhanê azad bikin. "

`RÊJÎMÊN FAŞÎST VAN SÛCAN PÊK TÎNE, JI BER KU JI SERKEFTINÊN JINAN, DITIRSIN`

/kr/uploads/files/2022/10/03/185825_-.webp

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbya Sîba El Dilî diyar kir ku bi hezaran jinan weke Denîz Poyraz û Jîna Emînî bi destê rêjîman hatine qetilkirin.

Her wiha Sîba El Dilî bal kişand ser heqîqeta van sûcan û got: “Ev sûc dê bi yekitiya jinan bi dawî bibe. Em dikarin li hember van sûcan bisekinin, ji ber jin jiyanê ava dike. Werin em tê bikoşin heta ku ev jiyan ji holê ranebe.”

`PARASTINA ŞOREŞAN LI GOR XWEPARASTINA CEWHERÎ`

Her wiha, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê diyar kirin ku xweparastin hêmana sereke ya misogerkirina pêşerojeke geş bi pêşengiya jinan e. Jinan diyar ku divê piştî ragihandina şoreşan bingehên xweparastinê bikevin pratîkê û werin pêkanîn.

/kr/uploads/files/2022/10/03/185727_-.webp

Têkildarî mijarê jina ciwan Dunya Şêx Fadil wiha axivî: “Pêwîst e jin nas bike çawa xwe ji zext û tundiya li ser xwe biparêze, çi tundiya ji aliyê malbatê çi jî ya ji derve.”

Dunya Fadil wiha domand: “Di xweparastinê de, zanabûn, aliyê herî guncaw e ku divê mirov xwe bispêre wê. Xweparastin; bertrkeke xwezayî li hember nijadperestiyê û êrişên li dijî jinan ji aliyê zihniyeta baviksalarî ve ye , erka parastina nifşekî tam dikeve ser milê jinê.”

/kr/uploads/files/2022/10/03/185914_-.webp

Her wiha, jina ciwan Nede Ehmed diyar kir ku mijara xweparastinê mijareke pir girîng e û ew wek çareseriyekê li hember zextên şerê taybet, bi nav kir.

Nede Ehmed bal kişand ser xwepêşxistinan jinan di aliyê kar de û got: “Jin piştgiriya hev du dikin da ku hemû jinan ji zulm û koletiyê xilas bikin.”

 ‘DIVÊ JIN LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ PIŞTÎ RAGIHANDINA SERHILDANÊ XWE LI GOR XWEPARASTINÊ BI RÊXISTIN BIKE’

/kr/uploads/files/2022/10/03/185746_-.webp

Jina ciwan Sarya Cûdî destnîşan kir ku xweparastin roleke mezin di têkbirina metirsiyên dagirkeriyê nexasim dagirkeriya Tirk de dilîze û bal kişand ser rola jinên ciwan di avakirina bingehên xweparastinê de û wiha berdewam kir: “Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişt jin di hemû aliyan de bibe xwedî roleke sereke.”

Sarya wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Şoreşa Jinan a Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinên azadîxwaz dest pê kir. Em bang li jinên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku ji bo domandina rêya Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xeta xweparastinê bişopînin.”

(dm-mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JASHPwRimOw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>