Şêniyên Qamişlo sersaxiya malbatên şehîd Rûken, Yilmaz û Zinar xwest

Şêniyên Qamişlo sersaxiya malbatên şehîd Rûken Zelal, Yilmaz Şero û Zinar Gulcan Amanos xwest û got ew heta pêkanîna armancên wan ên azadiyê li ser rêça şehîdan in.

Şêniyên Qamişlo sersaxiya malbatên şehîd Rûken, Yilmaz û Zinar xwest
1 cotmeh, 2022   12:42
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişlo serdana malbata gerîlaya HPG’ê Emel Feremez Hisên (Rûken Zelal) kir ku di 26’ê Îlonê de bi çalakiyeke fedayî li dijî dagirkeriya Tirk li navçeya Mezîtlî yê Mersînê şehîd bû. Ew çalakî bersivdana kiryarên di hundirê girtîgehan de, komkujî û êrişên li dijî gerîla bi çekên kîmyawî pêk hat. Şêniyan ji bo sersaxiya malbata şehîd berê xwe gundê Belîqiyê yê Amûdê û di serdanê de got çalakiya fedayî ya ku her du şehîdan Rûken û Sara pêk aniye, ji cîhanê re vîna jina azad îsbat kir.

Piştî serdanê, şêniyan berê xwe da taxa Qenat Siwês a Qamişlo ku serdana malbata şehîd Yilmaz Şero bikin ku di encama êrişa balafira bêmirov a dagirkeriya Tirk de li dijî erebeya wê li gundê Til Ceman ê Girkê Legê di 27’ê Îlonê de şehîd bûbû.

Dûre şêniyan berê xwe da Girkê Legê da ku serdana malbata gerîlayê HPG’ê şehîd Zinar Xelîl Osman (Zinar Gulcan Amanos) bikin ku di bersivdana êrişên dagirkeriya Tirk de li Zapê di 14’ê Nîsana borî de şehîd bûbû û sersaxiya malbatê xwestin.

ŞEHÎDÊN ME HÊZA MANEWÎ YA CIVAKÊ Û GEL IN

Têkildarî mijarê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihyedîn Hesen wiha got: "Em malbatên şehîdan û şêniyên Qamişlo serdana malbatên şehîdan Rûken, Yilmaz û Zinar dikin û sersaxiyê wan dixwazin. Ji ber di rastiyê de em deyndarê wan şehîdan in ku canê xwe di oxira em jiyaneke azad bijîn de da. Bila dijmin bizane em gavên xwe bi paş ve naavêjin."

Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. Ger yek ji zarokên me şehîd bibe, bi hezaran li pey hene ku şopa wan bişopînin. Vîn û tolhildana me zêdetir dibe. Şehîdên me hêza manewî ya civakê û gelê in. şehîd Sara û Rûken li pêş çavên hemû cîhanê bi çalakiyeke fedayî tola şehîdên me hilanîn."

(fr)

ANHA