Li Iraqê xwepêşandana Tevgera Tişrîniyan ji sibehê ve dest pê kir

Xwepêşandana Tevgera Tişrîniyan a Iraqê li Bexdayê ji danê siharê ve dest pê kiriye û ber bi Herêma Kesk ve diçin. Çalakvanek Koma Tişrîniyan ragihand ku ew ê danê êvarî xwepêşandenê mezin bikin.

Li Iraqê xwepêşandana Tevgera Tişrîniyan ji sibehê ve dest pê kir
1 cotmeh, 2022   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandana Tevgera Tişrîniyan a Iraqê li Bexdayê danê siharê ve dest pê kiriye. Xwepêşanderan barîkatên ser Pira Komar rakirin û avêtin ava Dîcleyê. Xwepêşander di van kêliyan de ber bi Herêma Kesk ve diçin.

Çalakvanê koma Tişrîniyan Ehmed Kerawî derbarê xwepêşandanê de ji Rojnews re axivî û got; “Niha komek mezin ya xwepêşanderan gihiştine Qada Tehrîrê û karîne barîkatên pira Hafiz Qazî derbas bikin. Di nava xwepêşanderan de çekdarên Seraya Salim ya ser bi Tevgera Sedir jî hene. Di saet 16:00’an de wê xwepêşandanek mezin li Qada Tehrîrê despê bike.”

Di dewamê de Ehmed dibêje; “Tedbîrên hêzên ewlekariyê yên li hemberî xwepêşanderan gelek tûndin, hêvîdarin xwepêşandan bê ku xwîn birije bi dawî bibe.”