PJAK, KODAR û KJAR’ê banga tevlîbûna greva giştî kirin

PJAK, KODAR û KJAR’ê bi daxuyaniyek hevbeş bang li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin da ku tevlî greva giştî ya îro bibin.

PJAK, KODAR û KJAR’ê banga tevlîbûna greva giştî kirin
1 cotmeh, 2022   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û KODAR’ê bi daxuyaniyek hevbeş bang li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin da ku ji bo şermezarkirina dewleta Îranê, îro tevlî greva giştî bibin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Heya îro raperîn gihiştiye astek berçav û bersivek bi sûde. Lê pêwîstî bi pêngavek di astek bilindtir de heye, divê bi rêbazên cûda weke grev û nerazîbûn, guhertin werin kirin.

Em bang li jin, karker, xwendevan, xwendevanên zanîngehê, mamosta, rewşenbîr, kasibkar, çalakvanên siyasî, werzîşvan, hunermend û cotyaran dikîn têkoşîna azadiyê bigihînin qonaxek nû û berfirehtir bikin. Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ bi tevlîbûna hemû gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji bo bidestxistina azadiyê, bûye hêvênê herî mezin ê şoreşa sedeya bîst û yekem ya li ser bingehê azadiya jinan û gelan. Serhildana gelan niha gihiştiy astek ku destkeftiyên mezin bidestxistiye û garantiya azadiyê di demek nêzîk deye.”

Hêjayî gotinê ye duh Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî bombebarankirina baregehên partiyan li Başûrê Kurdistanê banga greva giştî li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kiribû.