Li Hesekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xiyaneta PDK'ê hat şermezarkirin

Şêniyên bajarê Hesekê bi xwepêşandaneke girseyî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xiyaneta PDK`ê ya li dijî gelê Kurd şermezar kir.

Li Hesekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xiyaneta PDK'ê hat şermezarkirin
26 îlon, 2022   11:16
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gelê Kurd, xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandan ji pêşiya Parka Serok a taxa El Nasra dest pê kir û li çerxerêya Şehîd Cûdî ya li taxa El Kelasê ya navenda bajêr rawestiya û veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Abdullah Mele Salih axivî. Salih di axaftina xwe de bal kişand ser hişmendiya gelê Kurd ya der barê şerê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li dijî wan de, ku çawa dê serkeftin para Kurdan be. Salih got îrade û vîna hevgirtî ya gelan wê bikare hemû polîtîka û komployên dagirkeriyê yên li dijî wan vala derxe. 

Salih tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan, şermezar kirin û axaftina xwe wiha domand: "Rêbertî çi guneh kiriye, wî banga azadiya gelan, jiyana hevpar û dev ji redkirina koletiyê, kiriye."

Her wiha di mitingê de endama Kongra Star a kantona Hesekê, Sûzan Mihemed jî bal kişand ser xiyaneta PDK'ê ya li Kurdan û beşdariya wê di şerê li dijî HPG'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de û wiha got: "PDK'ê xiyaneta xwe berdewam dike. Hîn jî di vekirina rê li ber êrişa artêşa Tirk a li ser HPG`ê de cih digire. Tişta ku ev partî dike, xencereke li piştê ye û xiyaneta li fedekariya kurdan e."

Sûzan Mihemed pêkanînên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û tekezî li ser berdewamiya têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê a li gorî fikrê rêber Abdullah Ocalan kir, heta azadiya wî ya fîzîkî û azadiya hemû jinên cîhanê pêk were.

Xwepêşandan bi silavkirina berxwedan û têkoşîna rêber Abdullah Ocalan, berxwedana HPG û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî dewleta Tirk a dagirker û şermezarkirina xiyaneta PDK'ê bi dawî bû.

(hs)

ANHA