​​​​​​​Meclisa Rêveber a Herêma Firatê êrişa li ser avahiya xwe şermezar kir

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê hedefgirtina avahiya meclisê vê sibê ji aliyê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir.

​​​​​​​Meclisa Rêveber a Herêma Firatê êrişa li ser avahiya xwe şermezar kir
26 îlon, 2022   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û tê de got:

“Dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên hovane li dijî Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Vê sibê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê kir hedef. Di encamê de zirarên madî bi avahiya meclisê de çêbûn.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Rêveberiya Xweser û tecrubeya demokratîk a li herêmê bi rêya têkbirina ewlehiya wê û belavkirina terorê, têk bibe.”

(şx)

ANHA