​​​​​​​Salvegera damezrandina PYD'ê li Berlînê hate pîrozkirin

Salvegera 19'an a damezrandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Berlînê hate pîrozkirin.

​​​​​​​Salvegera damezrandina PYD'ê li Berlînê hate pîrozkirin
25 îlon, 2022   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Salvegera 19'an a damezrandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li paytexta Almanya Berlînê hate pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bi rêya Skpye peyamek da. Di pîrozbahiyê de Silava Rojava, Rezgar Oskan, Şerîf Omerî, Hozan Aydin û Dilo Doxan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Hevserokê Fed-Kurdê Kerem Gok li şahiyê axivî û işaret bi têkiliya navbera Şoreşa Rojava û damezrandina PYD'ê kir.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî salvegera damezrandina PYD'ê pîroz kir.

Salih Muslim tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Ev yek bi rastî jî ji bo me şerm e. Rêberê gelekî bi salan e li hucreya yek kesî tê girtin û agahî jê nayê girtin. Divê tecrîd bê şikandin.ʹʹ

Pîrozbahiya salvegera 19'an a damezrandina PYD'ê bi gerandina govendê qediya.