Emê heta dawî şopdarê riya şehîdên xwe bin

Şervanê Erka Xweperastinê Mihyedîn Îbarahîm Gulo yê ku 9'ê Tebaxê di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Qamişlo de şehîd bibû di çil rojiya şehadeta xwe de li ser gora xwe ya di goristana şehîd Delîl Saroxan de ji aliyê malbata xwe û şêniyên bajarê Qamişlo ve hate bibîranîn.

Emê heta dawî şopdarê riya şehîdên xwe bin
Emê heta dawî şopdarê riya şehîdên xwe bin
Emê heta dawî şopdarê riya şehîdên xwe bin
Emê heta dawî şopdarê riya şehîdên xwe bin
19 îlon, 2022   17:55
QAMIŞLO

Li goristanê li ser navê malbata şehîd, Neceh Gulo wiha dest bi axaftina xwe kir: “Şehîd Mihyedîn û hevalên xwe li ser karê xwe bûn û ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hate şehîdxistin. Dewleta Tirk dewleteke bê wijdan e. Berê hatiye gotin; ‘Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan’. Dewleta Tirk ev çil sal in li pey gelê Kurd e. Ev çil sale dewleta Tirk dibêje PKK terorîst e, ez ê PKK’ê tune bikim, lê belê li hemberî hemû êriş û hovîtiya dewleta Tirk em li ber xwe didin û gihiştin van rojan.

/kr/uploads/files/2022/09/19/175649_neceh-gulo.webp

Her wiha Necah Gulo wiha domand: “Em bûn xwedî hêz in, gelê me hemû şiyar bû, dest bi tekoşîna xwe kir. Lê dewleta Tirk bi hemû çete û MÎT’ê xwe êrişî rojavayê Kurdistanê kir, lê nekarî vîna me tune bike û gelê Kurd tune bike.”

Necah Gulo destnîşan kir ku gelê herêmê dev ji axa xwe bernade û got: “Em xwediyê vê axê ne. Em jî weke her gel û netewe xwedî çand, ziman û dîrok in. Her çiqasî êrişî me bike jî wê tu carî nikaribe me tune bike, ji xwe berxwedana îro gerîla li çiyayên Kurdistanê dide meşandin jî nîşaneya wê ye.”

Neceh Gulo di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û tunekirina ajanan da û wiha anî ziman: “Em soz didin wê xayîn li ser vê xakê nemînin. Em heyif û tola şehîdên xwe li erdê nehêlin û em nehêlin li ser vê axê jiyan bikin. Em cardin xwîna şehîd Mihyedîn û hevalên wî di serî der li rêber APO, gerîlayên ku îro li çiyayên azad bi lehengî li ber xwe didin, hevalên ku di heps û zindanan de li ber xwe didin û tevahî rêhevalên Mihyedîn serê wan sax be, serê Rêber APO saxibe. Şehîd namirin.”

/kr/uploads/files/2022/09/19/175804_brahm-gulo.webp

Bapîrê şehîd Mihyedîn Gulo,  Îbrahîm Gulo wiha hestê xwe anîn ziman: “Şehîd soza xwe bi gelê xwe re pêk anî, ka em gelê li pey wan em ê çi sozê pêk bînin. Em yên ku li pey şahîdan de mane divê beriya her tiştî girêdayî axa, al û doza şehîdên xwe bin. Ji ber ku şehîdên me ji bo vê axê canê xwe feda kir. Em ê heta dawî şopdarê rêya şehîdên xwe bin. Şehîd namirin”.

Bibîranîn bi drûşmên “şehîd namirin” û “bijî Serok APO” bi dawî bû.

(hh)

ANHA