​​​​​​​Kombenda Efrîn a Civakî hunermendê nemir Cemîl Horo bi bîr anî

​​​​​​​Kombenda Efrîn a Civakî bi boneya salvegera 33’yemîn a koça dawî ya hunermend Cemîl Horo, bi dirûşma “Bi kelepûrê ve girêdan, zêdebûna mîrasê ye“, şahiyek li dar xist.

​​​​​​​Kombenda Efrîn a Civakî hunermendê nemir Cemîl Horo bi bîr anî
19 îlon, 2022   17:37
QAMIŞLO

Şahî li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo, bi beşdariya koçberên Efrînê yên li Qamişlo dimînin, bi dehan şêniyên bajêr û nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), hat lidarxistin.

Di destpêkê de sînevîzyonek li ser jiyana hunermend Cemîl Horo hat pêşandan û piştre hunermend Xelîl Xemgîn bi rêya telefonê axivî û behsa serpêhatiyên xwe bi hunermendê nemir Cemîl Horo re, kir.

Piştre stran ji aliyê koma Çiyayê Kurmênc ve hatin gotin û şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hunermendê nemir Cemîk Horo di gelek çalakî û mîhrîcanên mezin de beşdar bû, ji berhemên wî: Memê Alan, Teyar Axa, Lo Bavo, Lo Lawo, Salih Beg û Bedewcan.

Hunermendê efrînî yê nemir Cemîl Horo di sala 1989’an de ji ber nexweşiya kezebê wefat kir.

(mh)

ANHA