Siyasetmedar: Nêzîkbûna Enqere-Şamê ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê ye

Siyasetmedaran da zanîn ku armanca sereke a nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re tunekirina projeya Rêveberiya Xweser û derbekirina destkeftiyên wê ye û tekez kirin ku eger ev “lihevkirin” pêk were, yê winda bike dê gelê Sûriyê be.

Siyasetmedar: Nêzîkbûna Enqere-Şamê ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê ye
19 îlon, 2022   06:09
TEPQA

Piştî civîna Tehranê di 19’ê Tîrmehê ku tê de serokên Rûsya, Îran û dewleta Tirk a dagirker kom bûn, civîna Soçiyê ya di navbera Pûtîn û Erdogan de, dewleta Tirk daxuyanî da û got lihevkirineke muhtemel bi hikumeta Şamê re heye. Ew yek hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêmên sînor ku car caran baregehên hêzên hikumeta Şamê hedef digire pêk tên.

Der barê mijarê de, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Îbrahîm El Mihemed wiha got: "Nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk encama metirsiyên wan ji serkeftina ku Rêveberiya Xweser pêk aniye û pêkanîna ewlehî û îstîqrarê ye."

El Mihemed wiha domand: "Armanca yekemîn ji vê nêzîkbûnê êdî eşkere ye, ew jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e ku serkeftin û parastina xwe ji mûzaîka civakî re li ser astên hundirîn û navneteweyî îsbat kir. Ew jî bi rêya naskirina wê wekî hevalbendeke xurt ji hêla Koalîsyona Navneteweyî de û di serî de DYA’yê ye. Armanca duyemîn jî ew e ku ji hikumeta înqazê xelas bibe û muxalefetê radestî hikumeta Şamê bike."

El Mihemed diyar kir ku her du rejîmên Tirkiyê û Sûriyê bi teoriya komployê ya li dijî herêmê bawer dikin û fobiya her duyan li hember diyalog û qebûlkirina aliyên din, pêkanîna vîna gelan û xwerêvebirinê li ser hîmê hevkarî, hevgirtin û nirxên jiyana hevbeş hene.

El Mihemed destnîşan kir ku çi nêzîkatiyek di navbera her du aliyan de çêbe, dê li ser hesabê hemû pêkhateyên gelê Sûriyê be.

El Mihemed ev tişt got: "Dewleta Tirk ji berê de û heta niha xeteriyekê li ser ewlehiya herêmê û îstîqrara wê çêdike. Daxuyaniyên Erdogan ên dagirkriina herêmê nîşaneya krîzeke siyasî, leşkerî û aborî ye ku dewleta Tirk tê re derbas dibe."

Li ser rola Rûsya li hember êrişên dagirkeriya Tirk yên li dijî baregehên hêzên hikumeta Şamê jî, Îbrahîm El Mihemed ev tişt anî ziman: "Tu rola Rûsya ya yekser di vê mijarê de tune ye, lê li ser bêdengiya wê li hember êrişan de zextê li ser rejîmê dike ku nêzîkbûnekê bi dewleta Tirk re çêke. Di rastiyê de ew nêzîkbûnê li Sûriyê ji Rûsyayê sûdeke siyasî ye û ji bo derxistina nakokiyên din ên Tirkiye-Amerîkayê, dê ji bo wê derfetek be.”

El Mihemed diyar kir ku Rûsya xwe hevalbendekî stratejîk ê hikumeta Şamê nîşan dide û hebûna wê ya rewa li ser xaka Sûriyê bi xwesteka hikumeta Şamê bû, lê belê ew tenê li gorî berjewendiyên xwe tev digere.

El Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibe ku bandora Rêveberiya Xweser were guhartin û dibe ku li vir an li wir bi awayekî demkî paş bikeve. Lê bêguman ew ê ber bi berdewamî û pêkanîna serkeftinan ve biçe, ji ber ku nûnertiya cewhera vîna sûriyan û pêkanîna xeyalên wan dikin. Her wiha di aliyê siyasî de qezencên mezin pêk anîn, ya girîng jî di aliyê navneteweyî de ku dikare parastina wê bike û wê rewa bike."

‛YÊ WİNDA BİKE, DÊ GELÊ SÛRIYÊ BE’

Li aliyekî din jî serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Ehmed El Xelef ev tişt got: "Dewleta Tirk a dagirker bi van siyasetan hewl dide ji krîzê û dirêjbûna şer sûdê wergire û berjewendiyên xwe bi dewletên mezin re biparêze da ku bibe faktorekî aktîv li qada herêmî."

El Xelef wiha domand: "Guhartina ji nişke ve di siyaseta dewleta Tirk a li hember hikumeta Şamê, piştî civîna Rûsya, Îran û dewleta Tirk çêbû ku dewleta Tirk di wê civînê de erêkirina li ser pêkanîna êrişeke leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wernegirt."

El Xelef tekez kir ku projeya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) sedema sereke ye ku dewleta Tirk a dagirker helwestên xwe bi hikumeta Şamê re guhertin û wiha pê de çû: “Da ku bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî şerê Rêveberiya Xweser bike û wê tengav bike."

El Xelef diyar kir ku Erdogan bi hemû hêza xwe hewl dide bi tevahî aliyan re, destekê dide terorîstê ji wan jî DAIŞ û hwd e, da ku armancên xwe yên derbekirina îstîqrara li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, projeya Rêveberiya Xweser ku li pêş planên wî yên mêtîngeriyê li herêmê asteng e, têk bibe.

Li ser armancên dewleta Tirk ji nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re, El Xelef wiha axiv’: "Ew yek ji bo razîkirina aliyê Rûsya ku li herêmê aktîf e û raya giştî ya cîhanê ji bo rewakirina êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qezenc bike."

Têkildarî daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser armancên nêzîkbûna bi Şamê re û hevkariya di navbera her du aliyan de ji bo şerê li dijî “terorê", El Xelef ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker palpişta terorê ye, destekê didiyê û rihên wê li Sûriyê av dan, wê sînor û rê ji bo derbasbûna bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û hwd ber bi Sûriyê re vekirin."

El Xelef wiha dewam kir: "Operasyonên Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, pêk hatine, nîşaneya herî mezin a desteka dewleta Tirk ji terorê û belavkirina wê ye."

Ehmed El Xelef bal kişand ser bandorên nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Heke nêzîkbûn di navbera Enqere û Şamê de di dema pêş de çêbibe, dê hemû alî bixebitin ku armanc û planên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bînin. Yê ku di vê lihevkirinê de winda bike, dê gelê Sûriyê bibe.”

(fr)

ANHA