​​​​​​​Rojnameyên erebî: Destê Tevgera Nehdayê di şandina çeteyan bo Sûriyê de heye

Rojnameyên erebî yên îro behsa hevkariya tevgera Nehda ya Îxwanî di şandina çeteyan bo Sûriyê de, rewşa Lubnanê û xitimîna siyasî ya li Iraqê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Destê Tevgera Nehdayê di şandina çeteyan bo Sûriyê de heye
19 îlon, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

‘FERMANDARÊN TEVGERA NEHDAYÊ TÊN LÊPIRSÎNKIRIN’

Têkildarî rewşa Tûnisê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Çavkaniyeke ji partiya Tevgera Nehda ya Îslamî ya li Tunisê roja yekşemê got serokê tevgerê Raşid El Xenûşî û cîgirê wî û wezîrê karên derve yê berê Elî El Erîd dê duşemê têkildarî dosyaya girêdayî torên birêkirina kesan ji bo şerkirinê li Sûriyê, li pêşberî dadgehê bên darizandin. Ev yek destnîşan dike ku di vê dosyayê de êdî fermandarên destpêkê yên tevgera îslamî tên lêpirsînkirin.

Çavdêr diyar dikin ku lêpirsîna bi her du kesayetên payebilind ên tevgera îslamî re, cidiyeta desthilatê di eşkerekirina hûrgiliyên dosyaya birêkirinê de nîşan dide. Nexasim ku di 10 salên desthilata wan de lêpirsîna bi fermnandarên tevgera îslamî zehmet yan ne gengaz bû.

Lêpirsîn li Hebîb El Loz, karsaz Mihemed Ferîxe û rayedarên berê yên Wezareta Karên Hundir tê kirin.

Fermandarên tevgera Nehdayê tawanbariyên li ser hevkariya di xebatên birêkirinê de red dikin û wekî hewldana teşhîrkirina partiyê û girêdana wê bi terorê re dihesibînin.

Li gorî daneyên hikumeta Tunisê yên sala 2017`an, nêzî 3 hezar kes ji bo şerkirina li derve derketine ku piraniya wan berê xwe daye Sûriyê, her wiha wê demê nêzî 800 kes vegeriyane Tunisê.”

‘DI AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ DE GEŞBÎNÎ HENE’

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: “Di dosyaya avakirina hikumeta Lubnanê de geşbînî hene. Li gorî nîşaneyan, eger tiştekî awarte dernekeve dê hikumet di navbera dawiya Îlonê û destpêka Cotmehê de bê ragihandin.

Çavkaniyên nêzî serokkomar Mîşel Ewn û serokê hikumetê yê erkdarkirî Necîb Mîqatî hemfikir in ku şêwir di qonaxên dawîn de ne û di hefteya bê de dê encamên wê diyar bibin, bi taybet piştî ku Mîqatî ji derve vegere û rûniştina Meclisa Nûneran ji bo nîqaşkirina budçeyê ya di 26`ê Îlonê de bi dawî bibe.

Wezîrê berê û şêwirmendê Mîqatî, Ilyas Nihas ji rojnameya Şerq El Ewsat re dibêje: “Geşbîniyeke mezin di mijara avakirina hikumetê de, di demek nêz de heye. Serokê hikumetê di serdana xwe ya dawîn ji bo serok Ewn de ev tişt bi zelalî got. Eger tu nîşane tune bûna, ev tişt ranedigihand.”

Çavkaniyên nêzî serokkomar jî tekez kir ku dawiya hefteya bê dê hikumeta Lubnanê bê avakirin.”

'ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ JI BER AVAKIRINA HIKUMETÊ BI NAKOK IN’

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî yên payebilind yên Iraqê piştrast kirin ku li ser şêwazê hikumeta ku nû ku were avakirin (hikumeteke lihevhatî yan xizmetkar) di navbera hêzên Çarçoveya Hemahengiyê de nakokî derketine. Çavkaniyên nêzî partiyên kurdî yên sereke (PDK, YNK) jî tekez kir ku nîşaneyên lihevkirina li ser namzetê serokkomariyê hene.

Çavkaniyên siyasî ji rojnameya El Itîhad re got: "Rêveberiyên hêzên Çarçoveya Hemahengiyê, careke din li ser şêwazê hikumeta çaverêkirî ketin nav nakokiyan, ew jî di navbera yên lihevhatî yan jî xizmetkar de.”

Çavkaniyan eşkere kir ku partiyên kurdî ji bo lihevkirina li ser namzetê serokkomariyê, civînên xwe didomînin.

Pisporê qanûnê û çavdêrê siyasî Emîr El Damî da zanîn ku di qonaxa pêş de du senaryo ji bo qada siyasî li Iraqê hene, senaryoya yekemîn ev e: "Der barê lidarxistina rûniştina parlamentoyê û avakirina hikumetê de garantor û garantî ji tevgera Sedr re hebe. Divê hikumet bi erêkirina tevgera Sedr an jî beşdarbûna wê be, weke ku hîn 73 kursiyên wê yên parlamentoyê hebin.

El Damî wiha ji rojnameya El Itîhad re wiha domand: "Senaryoya duyem jî ew e ku hikumeta Mistefa Kazimî heta saleke din bimîne û di heman demê de bûdceyeke diyarkirî û bi rêk û pêk ji bo mayîndekirina hikumeta meşandina kar (demkî) bi awayekî qanûnî were veqetandin.”

(cx, hs)