Li Silêmaniyê balafireke bê mirov a dewleta Tirk kete xwarê

Li herêma Pişder a Silêmaniyê balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker kete xwarê. Piştî wê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Li Silêmaniyê balafireke bê mirov a dewleta Tirk kete xwarê
18 îlon, 2022   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Dubê yê bajarokê Pişder vê êvarê balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker kete xwarê. Ji ber wê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Sedema ketina balafira bê mirov a dewleta Tirk nehate zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku ji 14’ê Nîsanê ve ji derveyî balafirên keşfê û bê mirov ji aliyên gerîlayên Azadiyê ve 10 helîkopter hatine xistin.