Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil bi dawî bû

Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil bi xelatkirina bijîşkên panelîstan bi dawî bû.

Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil bi dawî bû
Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil bi dawî bû
Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil bi dawî bû
Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil bi dawî bû
Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil bi dawî bû
Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil bi dawî bû
Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil bi dawî bû
16 îlon, 2022   17:42
QAMIŞLO

Kongreya da Nexweşî û Nûjdariya Dil a duyemîn vê sibehê ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hola Burc a bajarê Qamişloyê dest pê kir. Bêhtirî 50 bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  di nava 4 rûniştinan de pêşketina zanistî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina civakeke zane nîqaş kirin.

Di kongreyê de semîner ji aliyê Dr. Kazman Îsa, Dr. Remedan Mecîd û Dr. Dilba Silêman ve hatin dayîn.

Di mijara duyemîn de jî li ser nexweşiyên dil û çawanaiya dermankirinê semîner  ji aliy Dr. Husam Xelef, Dr. Mihemed Seîd, Dr. Şoreş Mûsa,  Dr. Şêrewan Omer ve hatin danîn.

Her wiha di mijara sêyemîn de jî semîner ji aliyê Dr. Yasir Ehmed, Ekrem Rustem, Ehmed Emaş û Diyar Reşo ve hatin danîn.

Beşdaran jî li ser mijarên semîner nîqaş kirin. Di mijara çaremîn de jî Dr. Mihemed Seîd Hemê, Remedan Mecîd, Şêx Mistefa û Kazman Îsa semîner dan.

Axafaftina dawî ya kongreyê ji aliyê hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ve hate kirin. Mistefa spasiya beşdaran kir.

Di dawiyê de plaket li bijîşkan hatin belavkirin.

ANHA