​​​​​​​Komîteya Lihevanînê ya Girkê Legê du malbat li hev anîn

Komîteya Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê du malbatên ku ji ber bûyereke kuştinê berî 2 mehan dijberiya hev kirin, li hev anîn.

​​​​​​​Komîteya Lihevanînê ya Girkê Legê du malbat li hev anîn
16 îlon, 2022   18:30
QAMIŞLO

Komîteya Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê du malbat( Esel El Emsik û Rimo Heskawî) yên ku ji ber bûyera kuştina Ebas Îdrîs Esel dijberiya hev kirin, li hev anîn.

Di rûniştina lihevanînê de bi dehan oldar û serokeşîrên Kurd û Ereb û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Destpêkê bi navê eşîra Tey a Erebî, Zêdan Ferhan spasiya xebatên Komîteya Lihevanînê kir û got: “Em spasiya Komîteya Lihevanînê dikin ji ber keda wê ya ji bo pêkanîna aramiyê di nav şêniyan de û çareserkirina pirsgirêkên wan û belavkirina fikrên biratî û hezkirinê di nav wan de.”

Piştre herdu malbat silav dan hev û soz dan ku wê dijberiyê bi dawî bikin.

(mh)

ANHA