​​​​​​​Pêşbirka 'Nivîskarên Pêşerojê' ya zarokan bi dawî bû

Pêşbirka zarokan a "Nivîskarê Pêşerojê" ya 3'yemîn  bi belavkirina xelatan li zarokên bi ser ketine, bi dawî bû.

​​​​​​​Pêşbirka 'Nivîskarên Pêşerojê' ya zarokan bi dawî bû
16 îlon, 2022   14:58
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê şahiya dawîkirina pêşbirka "Nivîskarên Pêşerojê" li navenda Çand û Hunerê Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist. Di şahiyê de navên zarokên ku di pêşbirkê de bi ser ketin hatin eşkerekirin û hatin xelatkirin.

Bi dehan zarok û malbatê xwe tev li şahiyê bûn. Her wiha komên zarokan bi çend mûzîkê xwe peşdarî pêşbirkê bûn.

Destpêkê endamê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ebdulmecîd Xelef axivî û diyar kir ku çîrokên ku zarokan nivisandine cihê serferaziyê ye û hêviya serkeftinê ji zarokan re xwest.

Di dawiya şahiyê de komîteya amadekar pirtûk, spasname û diyarî radestî zarokan kirin, piştre 1 zarok ji beşê kurdî û 1 zarok ji beşê erebî li ser sê astan hatin xelatkirin.

Pêşbirka `Nivîskarê Pêşerojê` ya zarokan ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve bi dirûşmeya “Şitla îro, dara sibe” hat lidarxistin. Pêşbirka yekemîn di sala 2020`î li dar ket. Pêşbirk li ser asta herêma Cizîrê hate organîzekirin, di nava xwe de 2 beşan digire; zarokên temenê wan di navbera 10-14 de, zarokên temenê wan di navbera 15-18 `an de . Bi zimanê kurdî û erebî ye.

ANHA