​​​​​​​Roja yekemîn a Komxebata Şêwîrê ya li Qamişloyê bi dawî bû

Roja yekemîn a Komxebata Şêwirê ya li Qamişlo bi dawî bû. Hate gotin ku nasnameya nîştimanî ya Sûriyê ji bo tevahî Sûriyê pêwîstiyeke dîrokî ye û gava pêşîn a ber bi aştiya civakî ve ye.

​​​​​​​Roja yekemîn a Komxebata Şêwîrê ya li Qamişloyê bi dawî bû
16 îlon, 2022   14:35
QAMIŞLO

Komxebata Şêwirê vê sibehê li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bi beşdariya 80 siyasetmedar, rewşenbîr, diplomat, nivîskar û çalakvanên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê, her wiha nûnerên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) dest pê kir.

Di rûniştina yekemîn a komxebatê de geşedanên siyasî û girîngiya çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re hatin nîqaşkirin. Rûniştina duyemîn ji aliyê çalakvana siyasî Îman Xilêf, endamê Desteya Rêveber a MSD'ê Ebdulqadir Muwehid û nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Heyfa Mehmûd ve hat birêvebirin. Îman Xilêf mijara nasnameya nîştimanî şîrove kir û got: "Civaka Sûriyê di rewşeke parçebûn û belavbûna siyasî, civakî, erdîngarî û çandê de ye. Aloziya nasnameyê pirsgirêkeke navendî ji hemû diyalogên çareseriyê yên bingehîn  ji bo Sûriyê  re ye. Dema ku em behsa nasnameya nîştimanî ya sûrî dikin mebesta me nasnameya exlaqî ya welat e."

'SÛRIYÊ NE XWEDÎ NASNAMEYEKE SÛRÎ BÛ'

Îman Xilêf baş kişand ser dîroka nasnameya sûrî û ev tişt got: "Ji destpêka avabûna dewleta Sûriyê ve di destpêka sedsala 20'î de, Sûriyê ne xwedî nasnameyeke nîştimanî bû, nasnameyeke çêkirî ji derve re lê hat ferzkirin ku netewebûna teng li tevna civakî ya pirreng a Sûriyê hatibû pêçandin. Ji sedên salan ve pêkhatina nasnameya sûrî di biyanîbûnê de ye û nîqaş li ser çareserkirina aloziya nasnameyê beriya sala 2011'an hatibû qedekirin."

'NASNAMEYA SÛRÎ PÊWÎSTIYEKE CIVAKÎ Û DÎROKÎ YE'

Îman Xilêf îşaret bi rewşa nasnameya sûrî piştî aloziya Sûriyê kir û wiha domand: "Piştî tevgera gel a li Sûriyê û belavbûna tundiyê li qada siyasî de, şêweyên nakok ên nêzîkatiya nasnameyê derketin holê. Di vê çaçroveyê de nasnameyeke nîştimanî ya yekparêz ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatiye pejirandin, hebû. Her wiha nasnameyeke nîştimanî ya demokratîk ku hîn di pêvajoya avakirinê de ye û şepêla demokratîk nûnertiya wê dike, derket. Di heman demê de nasnameyên herêmî yên eşîrtî, mezhebî, taîfî, etnîkî, malbatî yan herêmî jî derketin, lê nasnameya cîhadî ya îslamî li derveyî çarçoweya neteweyî derket û bi serneket, laîkparêziya lîberal xwe di bin prensîbên nasnameya nîştimanî de birêxistin dike. Di encamê de em bi kaosa nasnameyên nakok re rû bi rû ne û şerê hemûyan li dijî hemûyan e."

Îman Xilêf diyar kir ku nasnameya nîştimanî ya sûrî ya giştî pêwîstiyeke dîrokî ye û gava pêşîn a ber bi aştiya civakî ve ye ku bêyî wê dê Sûriyê bi salan di nava aloziya nasnameyê de be û dê çareserî wê demkî bin.

Her wiha Îman Xilêf anî ziman ku nasnameya nîştimanî ya sûrî nasnameyeke pirrengî ye û cûdabûn û pirengiya neteweyên li Sûriyê nîşan dide ku li ser esasê hemwelatîbûnê hemû pêkhateyan dihewîne.

Îman Xilêf bi domdarî got: "Dewleta nîştimanî ya Sûriyê têkildarî ol, netewe, tebeqe û zayend de yek alî ye, lê hemûyan di nava yekitiya nîştimanî ya Sûriyê ya li ser esasê hemwelatîbûna azad de digire nav xwe."

Çalakvana siyasî Îman Xilêf da zanîn ku nasnameya nîştimanî ya Sûriyê ya giştî dê rewşa belav a nasnameyê li Sûriyê bi dawî bike û got: "Nasnameya nîştimanî ya sûrî dergehê aştiya navxweyî û jiyana hevbeş li Sûriyê ye, yanî hewldaneke pêkanîna aştiya navxweyî li Sûriyê ye ku pirsgirêkên nasnameyê çareser dike."

JI BO PARASTINA NASNAMEYA NÎŞTIMANÎ YA SÛRÎ ÇI TÊ XWESTIN?

Di beşekî din de Îman Xilêf behsa awayên parastina nasnameya sûrî ya giştî kir û got: "Destpêkê divê binsaziya civakî û madî ya Sûriyê jinûve were sazkirin,  pergala perwedeyê li Sûriyê jinûve were sazkirin ku meteryalên nîştimanî yên ku têgehên peymana civakî ya nîştimanî ya sûrî, avakirina welatî hevbeş û nasnameya nîştimanî ya giştî esas digire, esas were girtin. Divê girîngiyê bidin avakirina xîtaba siyasî û ragihandin ya nû ku xwedî li nasnameya sûrî ya giştî derkeve. Ev yek bi rêya diyalog, panelên girseyî pêkan e da ku têgeha nasnameya giştî were zelalkirin û di nava beşên civaka Sûriyê de were pêşxistin. Heman demê divê komîteyên aştiya navxweyî mîna, komîteyên lêpirsîn û lêkolînkirina rastiyan, komîteya hiqûqî, komîteya vegerandina koçber û penaberan, komîteya jin û ekolojiya û hew.. li ser asta xwecehî û nîştimanî werin avakirin. Her wiha divê navendên tamîrkirina ziyanan werin avakirin û di aliyê madî û manewî  deedalet ji  mexdûran re were pêkanîn."

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, banga parastina nasnameya nîştimanî ya sûrî ya giştî û tevna mûzaîk a gelê Sûriyê, dûrketina ji xîtaba neteweperestî û qebûlkirina pêkhateyên din hate kirin. Her wiha îşaret bi rola Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê di parastina nasnameya nîştimanî ya Sûriya ya pirrengî û misogerkirina mafê fêrbûna bi zimanê dayikê yê hemû pêkhateyekê de kirin.

ANHA