Li Qamişloyê Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil dest pê kir

Li Hola Burc a Qamişloyê Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil a Duyemîn bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser dest pê kir.

Li Qamişloyê Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil dest pê kir
16 îlon, 2022   10:02
QAMIŞLO

Di kongreyê de zêdetirî 50 bijîşkên amade ne. Li gorî komîteya amadekar dê di kongreyê de 4 rûniştin hebin; di rûniştina yekemîn de dê Kazman Îsa, Remedan El Mecîd, Fehed El Seyid û Mihemed Seîd û pispora radyolojiyê Dîlba Silêman biaxivin.

Dê di rûniştina duyemîn de jî bijîşk Kazman Îsa, Husam Xelef, Fener Hisên, Şoreş Mûsa û Şêrwan El Omer biaxivin. Her wiha ya sêyemîn jî Jîn Îsmaîl, Yasir Ehmed, Ekrem Rustem, Ehmed Emaş û Diyar Reşo bi rê ve bibin û rûniştina çaremîn jî dê bijîşk Mihemed Hemê, Remedan El Mecîd, Şêxor Mistefa û Kazman Îsa bi rê ve bibin.

Li gorî komîteya amadekar dê kongre êvarê bi gelek pêşniyaran bi dawî be.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa di destpêkê de bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Armanca kongreyê ew e ku pêşketina zanistê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya avakirina civaka zana nîqaş bikin."

Mistefa wiha domand: "Ruxmî êrişên li ser herêmê, em hewl didin civakeke zana û exlaqî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin û biparêzin."

Ciwan Mistefa wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku ev kongre bibe gaveke ji bo pêşketina zanist û tibê li herêmê. Her wiha ruxmî rewşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi vîna bijîşkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşketina zanistê bawer in."

(fr)

ANHA