​​​​​​​Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê sedemên krîza Sûriyê û çareyên wê nîqaş dike

Endama komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Canda Mihemed diyar kir ku rewşa şer a hundirîn, destwerdanên derve û girêdana hikumeta Şamê bi zîhniyeta înkarê ve hişt ku krîza Sûriyê kûrtir bibe û got "Divê hêzên nîştimanî û demokratîk li hev kom bibin û nêrîneke zelal ji bo krîza Sûriyê bi rêya lihevkirinên li ser diyaloga nîştimanî çêkin.”

​​​​​​​Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê sedemên krîza Sûriyê û çareyên wê nîqaş dike
16 îlon, 2022   09:47
QAMIŞLO

Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Canda Mihemd li ser girîngiya lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk di Komxeba Şêwirê ya Qamişloyê de ku vê sibehê li Hola Zana dest pê kir, axivî.

Canda Mihemed bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk bi keda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hate avakirin da ku krîza Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî were çareserkirin."

Canda Mihemed wiha domand: "Li ser vê bingehê, Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî yên yekemîn û duyemîn li Eyn Îsayê hatin lidarxistin û ya sêyemîn li Kobanê hate lidarxistin. Encamnameyên her sê komxebatan lidarxistina werşeyên xebatê li dewletên Ewropayê bûn. Di encamê de 6 werşe hatin lidarxistin; li Almanya, Swêd, Fransa, Belçîka û Awisturya û tê de zêdetirî 300 kesayetên nîştimanî û demokrat ên sûrî û nûnerên hemû hêz, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdar bûn."

Canda Mihemed ev tişt got: "Werşeya li Brukselê li dar ketiye, encama hemû werşeyên berê bû û tê de komîteya amadekar ku nûnertiya Hêz û Kesayetên Demokratîk li hundir û derve dike hate avakirin. Her wiha çalakî dewam dikin da ku hejmareke mezin ji kesayetên sûrî yên nîştimanî û demokrat beşdar bibin. Lê ji ber koronayê çalakiyên fîzîkî kêm bûn, tenê panel li ser krîza Sûriyê û pêşeroja wê hatin lidarxistin."

KOMKIRINA MUXALEFTÊ

Canda Mihemed wiha pê de çû: "Têkilî bi aliyên navneteweyî yên di krîza Sûriyê de aktîf in an jî yên girîngiyê didin doza Sûriyê, hate danîn da ku destekê bidin vê komîteyê. Di encamê de Wezareta Karên Derve ya Swêdê û Navenda Olof Palme bûn şirîkê komîteya amadekar ku komxebatan li dar bixin û bigihînin lidarxistina kongreyeke giştî. Da ku piştre girîngiyê bidin vê projeyê û belavbûna muxalefetê ya azaran dikişîne, komî ser hev bikin."

Canda Mihemed da zanîn ku ji bo ew hewldan bi ser bikevin 3 hevdîtin bi navên hevdîtinên Stockholmê yên şêwirê di Kanûna 2021’an, Nîsana 2022’yan û Gulana 2022’yan de hatin lidarxistin û tê de gelek doz, mijarên stratejîk û yên girêdayî rewşa siyasî, asoyên çareya siyasî ya sûrî, nasnameya nîştimanî ya giştî û nenavendîbûn û rêgezên bingehînên ên ji bo lidarixstina civîneke nîştimanî ya sûrî ya nû hatin nîqaşkirin.

Canda Mihemd destnîşan kir ku ji ber nekarîna beşdariya nûnerên ji Hêz û Kesayetên Demokratîk ji hundir, ji ber sedemên burokratîk ên girêdayî tedbîrên rêwîtiyê û heta ku deng û nêrînên wan di Sûriya pêşerojê de hebin, komîteyê pêwîstî dît ku hevdîtinên şêwirê li hundir çêbin.

SEDEMÊN KRÎZA SÛRIYÊ KÛR DIKIN

Girêdayî mijarê Canda Mihemed ev tişt anî ziman: "Li ser vê bingehê hevdîtina şêwirê li Heleb û Reqayê li dar ket û dê encama dawî ya hevdîtinên me yên şêwir li Qamişloyê, ‘Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê’ li ser asta hundirîn a Sûriyê be. Lê li ser asta derve, dê hevdîtina Stockholmê ya Şêwirê ya 4’an û 5 hebe. Piştre Kongreya damezrînerê were lidarxistin jê hîmeke siyasî ku muxalefeta nîştimanî ya demokratîk bi rê ve bibe derkeve."

Li ser sedemên kûrkirina krîza Sûriyê Canda Mihemed got: "Krîza Sûriyê li pey xwe 11 sal bêyî ku tu çare jê re hebin hişt. Ew jî ji encama parçebûn û têkçûyîna hundirîn ji aliyekî ve û ji ber destwerdanên derve ji aliyekî din ve ku nakokiyên hundirîn ên li Sûriyê derfet girtin. Her wiha desthilata Şamê jî hîna di zihniyeta xwe ya înkarî de berdewam e û muxaleft ji ber piştdayîna li derve û nakokiyên wê li ser desthilatê di rewşa parçebûnê de ye. Li kêlek wê jî sedemên din hene ku zemîneke guncaw ava kirin û hişt Sûriye bibe qada nakokiyên herêmî, navneteweyî û tesfiyekirina hesabên xwe. Bi wê re bandoreke mezin li krîza Sûriyê kir."

‘BERJEWENDIYA GEL DI SER HEMÛ BERJEWENDIYAN RE YE’

Canda Mihemed diyar kir ku 11 salên şoreşê têrê dikin ku ders jê werin girtin ku bibin stûn û hêmanên serkeftina şoreşê.

Canda Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: "Li pêş vê qonaxa dîrokê ya ji şoreşa Sûriyê hemwextî pêşdeçûn û pêşketinên dramatîk ên li cîhanê digel xêzkirina nexşe û stratejiyên nû û heta em bikarin şoreşê bigihînin bejahiyê û bibin parçeyeke kirde ne bireser, divê em çewtiyên xwe yên berê derbas bikin û hêzên nîştimanî û demokrasî komî ser hev bikin û nêrînên giştî ji bo krîza Sûriyê bi rêya lihevkirînên di diyaloga nîştimanî de bidin û berjewendiya gel di ser hemû berjewendiyan re ye."

(fr)