Malbatên gerîlayan: PDK li hember şervanên Kurd heman rêbazê dagirkeriya Tirk bi kar tîne

Malbatên gerîlayan êrişa PDK'ê ya li dijî gerîla şermezar kir û diyar kir ku ku nêzîkatiyên PDK'ê yên li hemberî gerîlayan heman nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker in û PDK'ê asta xiyanetê derbas kiriye.

Malbatên gerîlayan: PDK li hember şervanên Kurd heman rêbazê dagirkeriya Tirk bi kar tîne
15 îlon, 2022   07:39
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÎ

5’ê Îlonê balafirek bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li herêma Xelîfanê tîmeke ku ji 5 gerîlayan pêk dihat (Rêzan Botan, Armanc Zîlan, Karo Kobanê, Aşîkar Colemêrg û Zanyar Tavê) kir hedef, piştre çekdarên PDK’ê jî wan kir, di encamê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 birîndar bûn û ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatin dîlgirtin.

Çavkaniyên xwecih ji ajansa Rojnewsê re da zanîn ku çekdarên PDK’ê agahiyên îstixbaratî dan dewleta Tirk da ku wê tîma gerîlayan bike hedef, her wiha dest danîn ser cenazeyên şehîdan û her du birîndar dîl girtin.

Bertekên kurdistanî li hemberî beşdarbûna PDK'ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de zêde dibin. Malbatên gerîlayan siyasetên PDK'ê wek "derbaskirina merheleya xiyanetê" wesif dikin.

LI DIJÎ KIRYARÊN PDK’Ê ÇALAKÎ TÊN LIDARXISTIN

Leyla Keleş dayika gerîlayekê ye ku sala 2016'an tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye, anî ziman ku eger dagirkeriya Tirk li dijî gerîla bi ser bikeve dê êrişên xwe li gelemperiya Kurdistanê berfireh bike û got: “Eger êrişên dagirkeriya Tirk îro me armanc digire, dê sibe PDK’ê jî armanc bigire, êrişên Erdogan tu cudahiyê naxin navbera Kurdan.”

Leyla Keleş têkildarî çalakiya konvedanê ya ku di 5’ê Cotmeha 2021’an li ber deriyê Sêmalka bi armanca radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê ya 29’ê Tebaxa heman salê dest pê kir û 111 roj domand, wiha axivî: “Em bi mehan li pêşiya deriyê Sêmalka man û me daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan kir, lê PDK’ê hemû daxwazên me red kirin.”

Leyla Keleş wiha domand: “Divê PDK’ê cenazeyên şehîd û birîndarên me radestî me bike, divê neyê planên dijmin ji ber ku niha ew li gor berjewendiyên dewleta Tirk tevdigere.”

Leyla Keleş destnîşan kir ku eger PDK’ê li ser vê helwesta xwe bimîne û cenazeyên şehîdan û birîndaran radest neke wê demê dê çalakiyên din li dijî wê pêk bînin.

‘XIYANET LI SERHILDANÊN KURDÎ KIRIYE’

Zîwer Elî bavê gerîlayekî ye, diyar kir ku hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re asta xiyanetê derbas kir û got: “PDK’ê têkiliyên xwe bi dijmin re xurt dike, ku hemwextî wê dijmin rojane êrişî Kurdan û nirxên wan ên kurdistanî dike, da ku rê li ber her statûyeke Kurdan bigire.”

Zîwer Elî bal kişand ser kemîna li Xelîfanê ku PDK'ê Tebaxa par ji gerîlayan re danîbû û wiha axivî: “PDK’ê heman siyasetan îro dubare dike, piştî salekê ji wê bûyerê careke din êrişî gerîla kir û bi ser wê de jî, rê ji artêşa Tirk a dagirker re jî vekir.”

Di 27’ê Tebaxê de hêzên PDK’ê li herêmên berxwedanê yên girên Hekkarî û Amediyê yên rojavayî herêma Zapê ya dorpêçkirî rê ji artêşa Tirk a dagirker re çêkir. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenên vê yekê weşandibû.

Elî xiyaneta PDK’ê ya li Kurdan û serhildanên kurdî bi bîr anî û got: “PDK’ê ji destpêka damezirandina xwe ve, heta berî avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê jî xiyaneta xwe ya li Kurdan didomîne û xiyanet li dehan serhildanên kurdî kir.”

Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker planên ku nikarîbûn pêkanîba, dixwaze îro bi destê PDK’ê pêk bîne û got: “Gelo ev partî kiryar û sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan nabîne, gelo rêbaza dewleta Tirk li dijî vî gelî û nirxên wî nabîne.''

Di dawiya axaftina xwe de, Zîwer Elî bang li hemû Kurdan kir ku li dijî xiyanetê bisekinin û têkoşîna xwe li dijî siyasetên qirêj xurt bikin û li kêleka gerîlayên azadiyê bisekinin.

DI 2 SALAN DE 3 ÊRIŞ

Hêzên PDK'ê di nav 2 salan de 3 carî êrişî gerîlayên azadiyê kir. Erişa yekemîn 26'ê Tîrmeha 2021'ê de bû ku li herêma Xelîfanê kemînek ji 3 gerîlayan re danî, di encamê de gerîla Serwer Serhat, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan şehîd bûn. 

Êrişa duyemîn di 28’ê Tebaxa 2021’an de pêk hat ku di encama kemîna PDK’ê de 7 gerîla yên ku ji Qendîlê derbasî Behdînanê dibûn hatin hedefgirtin, di encamê de 6  gerîla (Tolhildan Raman, Şoreş Mardîn, Axîn Mezrê, Şoreş Colemêrg, Brûsk Mûnzûr û Serdem Cûdî şehîd bûn, gerîlayê bi navê Heqî Zîlan ji vê bûyerê rizgar bû û piştî meşa bi rojan xwe gihandibû yekîneyek gerîla.  Êrişa 5'ê vê Îlonê jî ya sêyemîn bû.

'PDK'Ê HEMAN RÊBAZA DEWLETA TIRK DIMEŞÎNE'

Edîba Mihemed Elî, dayika dayika gerîlayekê ye, nerazîbûna xwe li hember kiryarên PDK’ê yên li dijî gerîlayan nîşan da û got: “Em van kiryarên li dijî keç û xortên me yên çiyayên Kurdistanê qebûl nakin, nabe ew cenazeyên têkoşer û gerîlayên me li cem xwe bigirin.”

Dayika Edîba Elî wiha domand: “Me ji PDK’ê hêvî dikir ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk piştgiriyê bide keç û xortên me ne ku hevkarê wê be. Çawa dikare hevkariya dijminekî bike ku dilê dayikên Kurd li ser zarokên xwe şewitandiye. Em bang li PDK’ê dikin ku gerîlayên birîndar û cenazeyên şehîdan radestî malbata wan bike. Mafê me ye em keç û xortên xwe li goristanên xwe veşêrin.”

Edîba Elî bal kişand ser şêwazê dewleta Tirk ê radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan ji malbata wî re ku piştî 7 salan di ser şehadeta wî re derbas bûn, hestiyên şehîd di kisekî de radest kirin û got PDK heman siyasetên dewleta Tirk dimeşîne.

(mh)

ANHA