Îlyas Seydo nêzîkatiyên aliyên navneteweyî yên li hember xetereya DAIŞ’ê şermezar kirin

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Îlyas Seydo gumanên xwe têkildarî cidiyeta hêzên navneteweyî di mijara bidawîkirina DAIŞ’ê de anîn ziman û got "Ev dewlet bi cidiyet bi vê dosyayê re tev negerin, ji lew re li gel me gumanan çêdibin."

Îlyas Seydo nêzîkatiyên aliyên navneteweyî yên li hember xetereya DAIŞ’ê şermezar kirin
15 îlon, 2022   07:11
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker gefên êrişên mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û tevlihevî bi rêya topbaranên rojane çêdibin, tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê ku ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, zêde dibin. Di kampa Holê de 54 hezar û 390 kesên sûrî û iraqî û 8 hezar 91 malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene.

Ji ber hewlên DAIŞ’ê yên çandina fikrên tundraw di nava niştecihên li kampê de nexasim zarokan, kamp mayineke li ber teqînê ye.

Di qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ û YPG’ê di 25’ê Tebaxê de ji bo têkbirina vê xetereyê da destpêkirin, gelek çek, cebilxane, navendên îşkencekirinê, tunel û navendên perwerdekirina zarokan bi fikrên DAIŞ’ê dîtin.

‘DI NAVBERA DAIŞ Û DEWLETA TIRK DE TÊKILIYEKE XURT HEYE’

Têkildarî mijarê, endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Îlyas Seydo bal kişand ser girîngiya destpêkirina Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li gel êriş û gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dagirkeriya Tirk ve û wiha got: "Di kampê de welatiyên zêdetirî 52 dewletan hene, piranî jî ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne ku li ser herêmê bi giştî xeteriyeke mezin çêdikin, ji ber xwedî fikrê DAIŞ’ê yê tundraw in."

Seydo wiha domand: "Ev şane hewl didin ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û fikrê DAIŞ’ê yê tundraw belav bikin, bi taybet di nava zarokên li kampa Holê de."

Der barê têkiliya xurt a di navbera DAIŞ’ê û dewleta Tirk de Îlyas Seydo ev tişt got: "Bi vê pêngavê gelek şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin û belgeyên ku zarokên kampê li ser fikrê DAIŞ’ê bi desteka dewleta Tirk perwerde dibin hatin dîtin, li kêlek wê jî zarokên îşareta Gurên Boz hildan hatin dîtin ku ev têkiliya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de îsbat dike."

BI DESTÊ DAIŞ’Ê KOMKUJIYÊN LI DIJÎ GELÊ HERÊMÊ

Seydo da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bi destê çeteyên DAIŞ’ê komkujiyan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, mîna li Şengalê li dijî êzidiyan pêk anîne û hewl dide herêmê di rewşa bêewlehbûnê de be.

Seydo bal kişand ser fermana ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî êzidiyên li Şengalê di 2014’an de pêk aniye û ev tişt got: "Dewleta Tirk desteka sereke ya vê fermanê bû û ew yek bi rêya vekirina dewleta Tirk ji sînorên xwe re li pêş çeteyan û desteka leşkerî û lojîstîk eşkere bû. Her wiha heta niha jî emîrên DAIŞ’ê li Tirkiyê ne. Ji ber wê ew desteka bingehîn a mayîna xeteriya DAIŞ’ê û jinûvezindîkirina wê ye."

‘LI KAMPA HOLÊ NAHÊLIN JINÊN ÊZIDÎ NASNAMEYÊN XWE EŞKERE BIKIN’

Seydo diyar kir ku ne tenê hêzên leşkerî û ewlehî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dosyaya DAIŞ’ê û bidawîkirina xetereya wê re têkildar in, lê divê destek û destwerdaneke navneteweyî ji vê dosyayê re hebe ku xeteriyê bi giştî bi dawî bike. Seydo li ser vê yekê ev tişt anî ziman: "Bi deh hezaran welatiyên dewletan li kampê hene û xwedî fikrê DAIŞ’ê ne. Ji ber wê yek pêngav nikare vê xeteriyê bi dawî bike, lê belê divê destek û alîkarî ji vê pêngavê re ji derve hebe, bi taybet ji hêla dewletên têkildarî ve ku welatiyên wan li vê kampê hene. Ger ev yek pêk nehat ev xetere bi dawî nabe."

Seydo wiha berdewamî da axaftina xwe: "Jineke êzidî li kampa Holê hate rizgarkirin û tê texmînkirin ku bi sedan ji wan hene, lê ji dest gefên li dijî wan nahêlin ev nasnameyên xwe eşkere bikin. Ji lew re divê dewletên têkildar bi lez destwerdanê li vê dosyayê bikin û xeteriya wê bi dawî bikin."

Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de YPJ’ê di roja 9’an a pêngavê de jineke êzidî bi navê Wefa Elî Ebas (18) dît, lê gef li wê dihat xwarin ku nasnameya xwe ya rastîn eşkere neke.

Her wiha yekîneyan di roja 20’ê ya pêngavê de jineke din a êzidî bi navê Sewsen Hesen Heyder (24) li kampê dît.

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê Îlyas Seydo pesna rola QSD’ê di rizgarkirina jinên êzidî ji destê DAIŞ’ê kir û wiha got: "Di hemû pêngavên QSD’ê li dijî DAIŞ’ê li herêmê li dar xistine de gelek jinên êzidî rizgar kirin. Di pêngava rizgarkirina Reqayê ya wê demê de bi Pêngava Rizgarkirina Jinên Êzidî hate binavkirin."

Seydo destnîşan kir ku heta niha bi destê QSD’ê 415 zarok û jinên êzidî hatine rizgarkirin. Ne QSD bûya ev hejmara nedihat rizgarkirin. Rola hêzên li herêmê di rizgarkirina êzidiyan ji vê xeteriyê ya herî mezin e.

NÊZÎKATIYA NECIDÎ A DEWLETAN A LI HEMBER DOSYAYA DAIŞ’Ê

Seydo nêzîkatiya neberpirsiyar têkildarî dosyaya malbatên DAIŞ’ê yên li kampa Holê de rexne kir û ev tişt got: "Rêveberiya Xweser hewl da hemû welatiyan vegerîne welatên wan. Lê ev dewlet bi cidî ber bi vê dosyayê ve tev negerîn. Ji lew re ev dan û standin gûmanan li gel me çêdike ku destekê didin dewleta Tirk da ku terora li herêmê bi dawî nebe."

Îlyas Seydo di dawiyê de behsa êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûryê kir û wiha got: "Ev yek xeteriyeke mezin li ser mayîna li ber teqînê ya li kampa Holê çêdikin û dê bi wê re careke din çete li herêmê belav bibin. Ji lew re divê hemû dewletên têkildarî welatiyên xwe vegerînin û darizînin. Ev ne tenê berpirsiyariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

(fr)

ANHA