`Ta gel azad bibe em ê şopdarên rêya şehîdan bin`

Şêniyên Hesekê cenazeyên 3 şehîdên QSD`ê spartin axê ku di oxira parastina axa xwe de şehîd bûn. Şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da.

`Ta gel azad bibe em ê şopdarên rêya şehîdan bin`
`Ta gel azad bibe em ê şopdarên rêya şehîdan bin`
`Ta gel azad bibe em ê şopdarên rêya şehîdan bin`
`Ta gel azad bibe em ê şopdarên rêya şehîdan bin`
`Ta gel azad bibe em ê şopdarên rêya şehîdan bin`
`Ta gel azad bibe em ê şopdarên rêya şehîdan bin`
`Ta gel azad bibe em ê şopdarên rêya şehîdan bin`
14 îlon, 2022   18:23
HESEKÊ-NOFA MIHEMED

Bi sedan şêniyên Hesekê tev li merasîma oxirkirina 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD); Selah El Sayir, Elî El Sayir û Mecîd El Salih bûn ku di oxira parastina axa xwe de şehîd bûn.

Di merasîma li Goristana Şehîdan a gundê Dawûdiyê  li dar ketiye de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmeûd Cewad axivî û got: “Em bejna xwe li hember fedakariyên şehîdan ditewînin ku ji bo pêkanîna azadî û rûmetê canê xwe feda kir.”

Cewad soz da hemû şehîdan ku şopdarê rêya şehîdan bin heta ku hemû herêmên dagirkirî rizgar dibin.

Her wiha ji fermandarên QSD`ê, Şoreş Hesekê axivî, berxwedan û têkoşîna şehîdan silav kir û soza şopandina rêya hevalên xwe da ta ku gel azad bibe.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.

(dm)

ANHA