Li Helebê li dijî tecrîdê xwepêşandan

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan li dar xist.

Li Helebê li dijî tecrîdê xwepêşandan
14 îlon, 2022   18:14
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek di dirûşma “Dem dema azadiya Serok Apo ye” li dar xist.

Bi dehan şênî, saziyên sivîl, partî û endamên Şaredariya Gel tev li xwepêşandanê bûn.

/ar/uploads/files/2022/09/14/172305_14-9-2021-tzahrh-fy-hlb-tndydaan-balazlh-almfrwdhh-ala-alqaed-28629.webp

Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li qada 7 Şehîdan a li rojhilatê taxê rawestiya.

/ar/uploads/files/2022/09/14/171623_mhmd-ghwyry.webp

Di çalakiyê de, endamê Şaredariya Gel Mihemed Xiwêrî axivî û îşaret bi armanca komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Ew armanc kirin gelê Kurd qir bikin û pêkhatina projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn têk bibin.”

Xiwêrî diyar kir ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Oalan sînorên hemû dewletan û parzemînan der bas kiriye ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran lê ferz dike û wiha domand: “Rêbertî, bû sembola aştî û azadiyê. Delîl jî, hemleyên li ser asta cîhanê ji bo azadiya wî li dar dikevin.”

/ar/uploads/files/2022/09/14/171637_mwlydh-slyman.webp

Endama Kongra Star Mewlîde Silêman jî bang li civata navneteweyî kir ku sûcên li dijî rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewlet a Tirk ve tên kirin, rawestînin.

(dm)

ANHA