​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Bêlûnî oxir kir

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Lêlûnî ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehres a kantona Şehbayê oxir kir.

​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Bêlûnî oxir kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Bêlûnî oxir kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Bêlûnî oxir kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Bêlûnî oxir kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Bêlûnî oxir kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Bêlûnî oxir kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Bêlûnî oxir kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Bêlûnî oxir kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Beylan Bêlûnî oxir kir
12 îlon, 2022   17:42
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn û cenazeyê şehîd Mihemed Cuma (Beylan Lêlûnî) wergirt ku 10`ê Îlonê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê şehîd bûye.

Piştî wergirtina cenazeyê, şêniyan bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehres a kantona Şehbayê ve ketin rê.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emel Qehreman axivî û sersaxî da malbata şehîd. Emel Qehreman teqezî bi berxwedana gelên herêmê li hember dagirkeriya Tirk kir û got: “Şehîd Beylan erkê xwe yê nîştimanî pêk anî, ji bo parastina gel û axa xwe heta kêliya dawî tê koşiya. Em jî, dê şopdarên rêya wan bin ta ku armancên wan pêk tên.”

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Faêq Ehmed axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya planên xwe vîna gelên herêmê û destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibe. Lê wê her tim berxwedan jiyan e, bibe slogan gelên herêmê û dê bi vîna xwe ya ji pola bi ser kevin.”

Ehmed wiha domand: “Kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Ew dikuje, talan dike û destdirêjiyê dike. Welatiyên herêmê topbaran dike. Armanc jî vejandina DAIŞ`ê ku li ser cîhanê bi giştî xetere ye.”

Di dawiyê de Ehmed teqezî bi pêwîstiya mezinkirina têkoşînê ta pêkanîna demokratiyê kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Şîrîn Mihemed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de spart axê.

(dm)
ANHA