Beşdarên çalakiya konvedanê tekezî bi hevgirtin û berxwedanê kir

Endamên HPC`ê yên Kampa Waşûkanî û şêniyên herêma Cizîrê yên tev li çalakiya konvedanê ya li Qamişlo bûne, bêdengiya civaka navneteweyî li hember sûcên Erdogan şermezar kirin û tekez kirin ku di çarçoveya parastina rewa de ew ê xak û gelê xwe biparêzin.

Beşdarên çalakiya konvedanê tekezî bi hevgirtin û berxwedanê kir
12 îlon, 2022   11:01
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya ku Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) bi koordîneya Kongra Star li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li bajarê Qamişlo li dar xistiye, di roja 32’ê de berdewam dike. Çalakî bi dirûşmeya "Kanî dadmendî û wijdanê we?" bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo girtina qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk tê hatî organîzekirin.

Di konê çalakiyê de wêneyên zarokên di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne û pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Bimre îxanet " û "Şehîd Namirin" hatine daliqandin.

Îro jî endamên HPC`ê yên Kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê û bi dehan ji şeniyên Qamişlo beşdarî çalakiyê bûn.

Ji rêveberiyên Hêzên Parastina Civakî (HPC) li Kampa Waşûkanî Cîhad Emîn diyar kir ku Erdogan îdia dike ku ew şerê terorê dike, lê belê ew teror bi xwe ye û wiha pê de çû: “Ew piştgiriyê dide terorê, wê teror li Tirkiyê belav kir.”

Emîn bêdengiya civaka navneteweyî li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û wiha xîtabî NY, welatên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan kir: “Li hember van sûcan li ku derê ne, çima dengê xwe dernaxin, Erdogan endamekî NATO`yê ye, hûn çima çavên xwe li kiryarên wî digirin.”

Emîn tekez kir ku wek gelê herêmê ew yekdest in û dê bi hev re herêmên xwe rizgar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca me parastina rewa ye, parastina rewa ew e ku em ji bo parastina xak û gelê xwe têbikoşin û li ser şopa şehîdên xwe bin.”

(hh)

ANHA