Rojnameyên erebî: Tirkiye dest di biryara sunniyên Iraqê werdide

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa destwerdana Tirkiyê ya di kar û barên Iraqê de, dosyaya Bendava Nehdayê û rewşa Etiyopyayê kir.

Rojnameyên erebî: Tirkiye dest di biryara sunniyên Iraqê werdide
12 îlon, 2022   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SEROKÊ MÎTÊ`Ê DEST DI BIRYARA SIYASÎ YA IRAQIYÊN SUNNÎ WERDIDE’

Der barê rojeva Iraqê de, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Pêşwazîkirina serokê îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan ji aliyê karsazê iraqî û serokê Hevbendiya Serdestiyê ya sunnî Hemîs El Xencer ve duh li paytext Bexdayê, bû rojeva qada siyasî ya Iraqê. Nemaze ku El Xencer ne xwedî sifeteke fermî ye ku bikare van hevîdtinan pêk bîne.

Hin saziyên siyasî dibêjin ku pêşwazîkirina Fîdan ji aliyê El Xencer ve li cihê mayîna xwe tevî hejmarake parlamenter û rêveberên berê yên Hevbendiya Serdestiyê nîşaneya xurtbûna serdestiya siyasî ya Enqereyê li Iraqê dide, ev yek bi rêya xurtkirina têkiliyan bi pêkhateya sunnî û têkiliyên bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re ya li herêma Kurdistanê li bakurê Iraqê serdest e, her wiha bi peywendiyên bi Eniya Tirkmen a li Kerkûk û Mûsilê serwer e, pêk tê.

Heman sazî destnîşan dikin ku hevdîtina El Xencer û Fîdan peyameke Tirkiyê ji derve re ye, ku di biryara pêkhateya sunnî li Iraqê destê wê dirêj e. Her wiha dibînin ku ev serdan îdiayên hevbendiya sunnî û hevalbendên wê wekî Sedr ên parastina serdestiya welat, pûç dike.

Saziyên siyasî dûr nabînin ku ev hevdîtin piştî dan û standinên di navbera Enqere û Tehranê de yên ji bo îqnakirina hevbendiya sunnî bi girîngiya girtina daxwazên Çarçoveya Hemahengiyê ji bo temamkirina kar û barên destûrî, pêk hatibe. Nexasim ku rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê têkildarî vê serdanê tu daxuyanî nedan.

Her wiha texmîn dikin ku her du alî vebijêrka jinûve erkdarkirina serokê hikumeta meşandina kar Mistefa Kazimî ji bo avakirina hikumeta pêş, pêşniyar bikin.

Roja şemiyê, serokê îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan serdana Bexdayê kir ku piştî êrişa di Tîrmeha borî de li dijî seyrangeha li parêzgeha Dihokê ya bakurê Iraqê ku hindik mabû veguhere aloziyeke dîplomatîk di navbera Enqere-Bexdayê de, ev serdana yekemîn a rayedarekî Tirk ê payebilind e.

Şîrovekarê siyasî Riyad El Wehîlî, hebûna serokê MÎT`ê li Iraqê li gel berdewamkirina topbarana Tirkiyê, wekî binpêkirina serdestiyê hesiband û got: “Hevdîtina wî bi kesayetên siyasî re nîşaneya destwerdana li kar û barên siyasî yên Iraqê ye.”

‘MISIRÊ LI SER BERDEWAMKIRINA ŞERÊ BENDAVA NEHDAYÊ HIŞYARÎ DA’

Têkildarî dosyaya Bendava Nehdayê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Misirê li ser berdewamkirnia şerê Bendava Nedayê hişyarî da, ku Etiyopya wê li ser şaxê sereke yê çemê Nîlê lê dike û bûye sedema nakokiyên bi Misir û Sûdanê re. Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî got mayîna vê rewşê wek xwe, sedema bêîstiqrariyê ye ku gefê li berjewendiyên gelên herêmê dixwe, ne tenê niha lê ji bo nifşên nû jî.

Misir û Sûdan bang li Etiyopyayê dikin ku heta digihêjin lihevkirineke sêalî, tijîkirina bendavê rawestîne. Lê belê ji Nîsana 2021`an de dan û standinên di navbera her sê dewletan de yên bi navbeynkariya Yekitiya Afrîkayê rawestiyan. Ji ber wê yekê, Misirê berê xwe da Konseya Ewlehiyê ya NY`yê û protesto kir, her wiha bang kir ku bi rêya hevkarên navneteweyî zext li Etiyopyayê bê kirin da ku lihevkirineke li gorî hemû aliyan qebûl bike.”

‘SERHILDÊRÊN TÎGRAYÊ AMADE NE TEV LI DAN Û STANDINÊN AŞTIYÊ BIBIN’

Rojnameya El Ehram a Misirê jî li ser rewşa Etiyopyayê wiha nivîsand: "Serhildêrên ji herêma Tîgray a Etiyopyayê roja yekşemê ragihand ku ew amade ne beşdarî dan û standinên aştiyê yên bi pêşengiya Yekitiya Afrîkayê bibin. Ev gav astengiya li pêşiya dan û standinên muhtemel ên bi hikumetê re ji bo bidawîkirina şerê 2 salan, ji hole radike.

Yekitiya Afrîkayê pesnê vê daxuyaniyê da û wek "fersendeke bêhempa" bi nav kir. Ev daxuyanî li gel hewldanên dîplomatîk ên navneteweyî pê tê.

Li gorî daxuyaniya rayedarên herêma Tîgrayê "hikumeta Tîgrayê amade ye ku di bin sîwana Yekitiya Afrîkayê de beşdarî pêvajoya aştiyê bibe.”

Rayedarên herêmê her wiha got: "Ji bo peydakirina atmosfereke guncaw, em amade ne şer û çalakiyên dijminane rawestînin.”

(cx, hs)