Ajansa Enerjiya Atomê îro dosyaya nukleerî ya Îranê nîqaş dike

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî îro ji bo nîqaşkirina dosyaya nukleerî ya Îranê dicive.

Ajansa Enerjiya Atomê îro dosyaya nukleerî ya Îranê nîqaş dike
12 îlon, 2022   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 3 mehan ji dayîna biryarekê ku tê de bang li Îranê kiribû ku bersiva hin pirsên têkildarî cihên nukleerî yên biguman bide, her wiha piştî çend rojan ji raporeke bi heman rengî, îro ji bo nîqaşkirina dosyaya îranê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) dicive.

Ev civîn piştî rapora ajansê ya çarşema borî pêk tê ku tê de piştrast kiribû ku uranyuma dewlemendkirî ya li cem Tehranê digihêje ji sedî 60 ji rêjeya pêwîst ji bo çêkirina çekên nukleerî ku eger dewlemendkirina wê zêdetir bibe, dê têra çêkirina bombeyên nukleerî bike.

Fransa, Almanya û Brîtayayê duh bi daxuyaniyeke hevpar bang li Tehranê kiribû ku pêşniyara berdewamkirina peymana nukleerî qebûl bike.

(cx)