​​​​​​​Bi fermanên dewleta Tirk, nexşerêya Kurdistanê li ser Zanîngeha Zaxo tê rakirin

Piştî 22 rojan ji danîna nexşeya Kurdistanê li ser Zanîngeha Zaxo, bi zextên dewleta Tirk nexşeya Kurdistanê hat rakirin û li şûna wê nexşeya Başûrê Kurdistanê hat danîn.

​​​​​​​Bi fermanên dewleta Tirk, nexşerêya Kurdistanê li ser Zanîngeha Zaxo tê rakirin
12 îlon, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, îro nexşeya Kurdistana mezin li ser Fakulteya Zanistên Mirovahiyê ya Zanîngeha Zaxo hat rakirin û li şûna wê nexşeya Başûrê Kurdistanê hat danîn.

Fakulteya Zanistên Mirovahiyê ya Zanîngeha Zaxo roja 20’ê Tebaxê nexşeya Kurdistana mezin li ser dîwarê xwe danabû. Lê piştî 22 rojan îro ev nexşe bi biryara serokatiya Zanîngeha Zaxoyê hat rakirin.

Çavkaniyek ku ji nêzîk de agahdarê rakirina nexşeyê ye ragihand ku nexşe di saet 2-3’yê berbanga vê sibehê de hat rakirin û nexşeya Başûrê Kurdistanê bi heman dîzaynê li ser dîwar hat danîn.

Wezîrê Hikumeta Herêmê yê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Maruf ku bi xwe Tirkmen e û bi nêzîkatiya xwe ya li gel dewleta Tirk tê naskirin, di rojên borî de serdana Beşê Zimanê Tirkî ya li Zanîngeha Zaxoyê kir û ev nexşe dîtibû.

Çavkaniyê got, “Dewleta Tirk bi rêya Aydin Maruf zext li ser berpirsên hikûmeta Herêmê kiriye daku ev nexşe li ser dîwarê zanîngehê were rakirin. Piştre jî ji serokê zanîngeha Zaxo re hatiye gotin ku divê ev nexşe were rakirin.”

Heta niha serokatiya zanîngeha Zaxoyê ti daxuyaniyek li ser sedemê rakirina nexşeya Kurdistana mezin nedaye.

Zaxo hemsînor e li gel Bakurê Kurdistanê, bi dehan navend û baregehên leşkerî yên artêşa Tirk li nav Zaxo û derdora wê hene. Ji bilî wê jî gelek navendên MÎT’ê li nava sinorên navçeya Zaxo de hene.

Di Adara 2021`an de jî, di dema pêşwazîkriina Papa Francis ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve, ji ber nexşeya “Kurdistana mezin” a li ser pûlekê alozî derketibû.

Wê demê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek dabû û gotibû: “Xuya ye ku ji nav pûlên ku tê texmînkirin ji aliyê rêveberiya herêma Kurdan a Iraqê ve bi boneya sardana Papa Francis werin derxistin, pûleke bi nexşeyekê heye ku hin bajarên Tirkiyê jî di nav de ne.

Hin rêveberên herêma Kuran li Iraqê yên hedê xwe derbas dikin, hewl didin vê serdanê bi kar bînin da ku xeyalên xwe yên vala li hembe yekitiya xaka welatên cîranên Iraqê eşkere bikin.”

Berdevkê hikumeta Başûrê Kurdistanê Cotyar Adil jî gotibû, “Reşnivîsa pûla ku nexşerêya Krudistana mezin li ser e, ya bi boneya serdana Papa Francis bo Erbîlê hatî belavkirin, hîn nehatiye erêkirin.” Aliyên siyasî û civakî ev daxuyanî wekî qebûlkirina prespektîvên dewleta Tirk a faşîst a dijberî Kurdan bi nav kirin.

(cx)