YBŞ'ê têkildarî bombebarana li Xanesorê daxuyanî da

Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di êrişa îro ya bi rêya balafira biçek a bê miron de ti ziyan negihîştiye hêzên wan û got: “Bi van êrişan jî dixwaze di nav gelê me yê Êzidî yê de ku di van rojan de vedigere ser xaka xwe tirs bide ava kirin, bê îrade û bê nasname bihêle.”

YBŞ'ê têkildarî bombebarana li Xanesorê daxuyanî da
11 îlon, 2022   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke biçek û bêmirov ya dewleta Tirk li ber baregeha artêşa Iraqê ya gundê Behreva ya Xanesorê îro bombe li wesayîteke YBŞ’ê barandîbû . Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrişê daxuyanî da.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye: “Dewleta Tirk a dagirker û qirker ev du hefteye li ser qada me tevgera balafirên xwe yên bi çek û bê mirov zêdekiribû. Îro di navbera saet 9.30-10.00’an de bi heman awayî wesayîtek me du caran bi balafirê bê mirov û bi çek hate hedef girtin.

Di encama vê êrişa hewayî de ti zirar negihiştiye hevreyên me.

Dewleta Tirk ya dagirker û qirker li ser herêmê û gelên Rojhilata Navîn êrişên xwe yên hovane berdewam dike.  Bi taybetî li hemberî cîvaka me ya Êzidî û gelên herêmê bê navber di pozîsyonekê êrişkar de ye û bi şêwazên cûda êrişê me dike. Piştî Şengal a qedîm ji çeteyên hovane hate rizgar kirin şûn ve dewleta qirker a Tirk rêbazên xwe yên êrişê guhert û bi balafirên bê mirov û bi çek her tim li hemberî gelê me şixûland. Diyar e ku dewleta dagirker a Tirk bi van êrişan dixwaze cihê ku çeteyên DAIŞ’ê nîv hiştiye temam bike. Bi vê helwesta xwe ve ji roja fermanê heyanî roja îro bi rêbazên tirsonek, bê exlaqî û dijî mirovahiyê gelê me hedef digre. Bi van êrişan jî dixwaze di nav gelê me yê Êzidî yê de ku di van rojan de vedigere ser xaka xwe tirs bide ava kirin, bê îrade û bê nasname bihêle.

Ji ber ku dewleta dagirker a Tirk plana xwe yê qirêj daye pêşiya xwe bi awayek heya jê tê hemû deskeftiyên gelê me û gelê heremê dide ber xwe. Ji bona wê jî divê di serî de civaka me û tevahiya gelên herêmê bi çalak bin helwestên xwe bi hêrseke mezin raber bikin. Divê gelê me ji bo dagirkerî û qirkeriyê re her tim bi rêxistin bin.

Em car din soza xwe ya parastin û tolgirtinê di şexsê hemû şehîdên xwe û şehîdên komkujiyan de bi mezintirîn dûbare dikin. Em ê heya kêliya dawî ya jiyana xwe li hemberî her cûre êrişên dagirkeriyê berxwe bidin û emê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di oxira wê de çî dibe bila bibe ji bo tekoşin dayînê em ji duh amadetir û bihêztir in.”