Li Helebê 15 kes bi kolerayê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku li Helebê 15 kes bi kolerayê ketine.

Li Helebê 15 kes bi kolerayê ketine
11 îlon, 2022   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku guman li ser rewşa zarokekî 9 salî heye ku bi Kolerayê ketibe û got encama testa wî pozitiv bû.

Di daxuyaniyê de hate got, "Di vê demê de hejmara kesên ji ber pirsgirêkên hinavê serî li nexweşxaneyên Helebê didin zêde bûye. Piştî ku testên gelek rewşên bi guman hatin çêkirin, encam pozîtîv derketin. Li ser vê yekê tavilê tedbîrên gunaw ên dermankirinê hatin girtin."

Li gorî daxuyaniyê, li nexweşxaneyê 15 kesên nexweş têne dermankirin. Her wiha hate zanîn ku yek ji ber kanalîzasyonê û yek li kargeha çêkirina bûzê hate isbatkirin, hate gotin ku kargeh tavilê hat girtin.

NEXWEŞÊN LI REQA Û ROJAVAYÊ GUNDEWARÊ DÊRAZORÊ

Roja şemiyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû ku li Reqa û gundewarê rojava yê Dêrazorê gelek kes bi kolerayê ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansê re diyar kir kir ku gundewarê rojava yê Dêrazorê gelek kes bi kolerayê ketine û got: "Hejmara herî zêde ya nexweşên kolerayê li rojavayê Dêrazorê ye."

Ciwan Mistefa der barê sedem û çavkaniyên belavbûna nexweşiya kolerayê de jî got: "Li gorî lêkolînên destpêkê ku me çêkirine, ji ber ava vexwarinê ya qirêj ev nexweşî belav bûye."

Mistefa da zanîn ku Desteya Tenduristiyê di halê hazir de rewş kontorl kiriye û tedbîrên pêwîst girtine û wiha dewam kir: "Desteya Tenduristiyê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşiyê tedbîr girtine."

KOLERA ÇI YE?

Kolera nexweşiyeke bakterî ye, hem zarok û hem mezin pê dikevin, dibe ku navçûyeke xurt bi xwe re bîne. Piştî nexweş xwarineke qirêj an jî aveke nepaqij vexwe ji 12 saetan heta 5 rojan nîşaneyên nexweşiyê li ser diyar dibin.

Tevî bakterya ji rojekê heta 10 rojan di laşê nexweş de dimîne, lê nîşaneyên wê li ser hemû nexweşan diyar nabin.

Piraniya kesên nexweş nîşaneyên wan sivik in û hin ji wan jî bi navçûyeke avî ya xurt dikevin ku ger derman neke, îhtîmal e bigihêje asta wefatê jî.

MIROV ÇAWA DIKARE XWE JI KOLERA BIPARÊZE?

Gelek tedbîrên xweparastina ji kolera hene ji wan:

-Her tim destên xwe bi av û sabûnê bişon.

-Beriya xwarinê û destavê ji paqijiya destên zarokan piştrast bibin.

-Divê neynûkên zarokan her tim werin birîn, ji ber ku bakterya xwe lê digire û gelek caran av û sabûn nagihêje wir.

-Ji paqijiya çavkaniyên avê piştrast bibin.

-Beriya avê bi kar bînin bikelînin.

-Ava kelandî bixin şûşên qizêz, bigirin û li ber tavê deynin.

-Dema nikaribin avê bikelînin divê bi madeyên dij baktîriya wekî klor bê  dezenfektekirin.

-Li gorî miqdarê diyarkirî klorê bixin avê û perspektîfan pêk bînin.

-Xwarinên li derveyî malê, nexasim ên nenixumandî nema bixwin.

-Şerbetan li derveyî malê venexwin.

-Sebze û fêkiyan dezenfekte bikin û beriya rakirina wan jî baş bişon. Heta ger ên qeşartî bixwin baştir e.

-Dema kelandin û parastina xwarinê di malê de tedîbr bên girtin.

-Beriya lalikan bi kar bînin ji paqijiya wan piştrast bibin.

(eh)