Çalakiya konvedanê kete roja xwe ya 31’ê

Çalakiya konvedanê ya şêniyên herêma Cizîrê ya li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’yê ya li Qamişloyê di roja 31’ê de dewam dike.

Çalakiya konvedanê kete roja xwe ya 31’ê
11 îlon, 2022   12:08
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya ku Hêzên Parastina Civakî (HPC-J) bi koordîneya Kongra Star li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişlo li dar xistiye, di roja 31’ê de berdewam dike. Çalakî bi diruşmeya "Kanî dadmendiya we?" bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi banga girtina qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk hatiye lidarxistin.

Li bin konê çalakiyê wêneyên zarokên di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne û pankartên"Na ji dagirkeriya Tirk re", "Na ji qetilkirina zarokan re" û "Na ji şerê li dijî zarokatiyê re" hatin daliqandin.

Endamên HPC ên Til Temirê berê xwe da konê çalakiyê. Çalakî bi axaftina endama rêveber a HPC-Jin a Til Temirê Medya Mamo dest pê kir. Medya Mamo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kirin û ev tişt got: "Ev hemû sûc ji ber bêdengiya cîhanê têne kirin, weke ku ji dewleta Tirk re erê kirine ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike."

Medya Mamo bal kişand ser sekna li hember van êrişan û ev tişt anî ziman: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, divê di amadebeşiyê de bin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî li dijî dewleta faşîst û çeteyên wê bikin. Divê em hemû bibin şervan da ku li hember kesên dixwazin azadî û rûmeta me têk bibin, bisekinin."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Navçeya Til Temirê Zeyneb Ayo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, hedefgirtina zarok û jinan bi çekên giran şermezar kir û ev tişt got: "Armanca dagirkeriya Tirk ji van êrişan ew e ku projeya Rêveberiya Xweser derbe bike, jiyana hevbeş û yekitiya pêkhateyên herêmê têk bibe."

Di dawiyê de Zeyneb Ayo got, divê heta misogerkirina serkeftinê têkoşîn li ser xeta şehîdan dewam bike.

(fr)

 ANHA